Meclîsa Kantona Efrînê: Em soz didin gelê xwe li herêma Şehba, çawa gelê me li Şengalê û Kobanê bi israr vegeriya warê xwe, em wek welatiyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê li herêma Şehbayê, di berxwedana xwe de ji bo rizgarkirina Efrînê bi israr in.

Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, anî ziman ku ew soza vegera Efrînê ya mîna israra vegera gelê Kobanê û Şengalê didin. Meclîsê bi boneya 4’emîn salvegera Qirrkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Meclîsê îşaret bi fermanên bi ser şê û elemên gelê Kurd hat kirin û Fermana 3´yê Tebaxa 2014´an hat bibîrxistin û wiha hat gotin “Beriya ku dîmenên êş û hovîtiyê di komkujiyê de bi dawî bibin, komkujî derbasî herêma Kobanê bû û di encamê de hate hilweşandin û welatiyên wan perîşan kirin. Piştî ku aliyekî jiyana xwe vejandin û azadiya xwe bi dest xwe ve anîn, careke din li welatê zeytûnan li Efrînê komkujî hatin dubarekirin.

Ji Şengalê ber bi Kobanê û piştre Nisêbîn û Efrînê, komkujiyek e û ji heman jêderê pêk tê, her çi qas rêveber û aliyên ku van komkujiyan pêk tînin, cuda bin jî.”

Bi erka xwe rabin

Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê xwest êdî piştî 4 salên di ser fermanê re derbas bûyî hêzên navneteweyî û saziyên alîkariyê bi erka xwe rabin û got, “Em wek welatiyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku me koçî herêma Şehbayê kiriye, careke din piştrast dikin ku kirinên li Şengalê pêk hatine, hê jî li herêmê dewam dikin da ku hevgirtina pêkhateyan têk bibin û pirrengiya civakî tine bikin. Tevî vê yekê welatiyên me yên berxwedêr hê jî di berxwedana xwe de bi israr in û li benda vegera warên xwe ne.”

Xwerêveberî ji bo azadiyê û xweparastinê diyarker e

Meclîsê îşaret bi girîngiya xwerêveberiyan di azadî û parastina civakan de kir û got, “Gelê me li Şengalê û Kobanê li rex rêveberiyên xwe yên xweser piştrast kir ku ne pêkan e bi jenosîd û çalakiyên qirrkirina komî derheqê gelê Kurd de bi hemû pêkhateyên wê, ti armancên desthilatdaran bi ser nakevin.

Em wek endamên Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê ji her kesî re piştrast dikin ku tişta ku me zêde xemgîn dike ew e ku rêxistinên mirovahî yên navneteweyî li hemberî komkujiyên li dijî welatiyên sivîl hê jî bê deng in.

Ji ber vê yekê wek gelên Rojhilata Navîn ji me tê xwestin ku em hevgirtina xwe xurt bikin û rê li pêşiya komkujî û aloziyan bigirin.

Em soz didin gelê xwe li herêma Şehba, çawa gelê me li Şengalê û Kobanê bi israr vegeriya warê xwe, em wek welatiyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê li herêma Şehbayê, di berxwedana xwe de ji bo rizgarkirina Efrînê bi israr in.”

ŞEHBA