Fermandariya Giştî ya Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) destnîşan kir ku navenda bajarê Minbicê û derdora wê, ji aliyê wan û koalîsyona navneteweyî ve tê parastin.
Fermandariya Giştî ya MEM´ê, li ser nûçeyên manîpulatîf ên li ser peymana wan a bi Rûsyayê re, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
MEM´ê bi daxuyaniyê da zanîn ku MEM´ê destûr da ku hêzên parastina sînor li xetên di navbera hêzên wan û çeteyên Mertala Firatê de bi cih bibin, lê hin dezgehên çapemeniyê hewl dane vê rastiyê berevajî bikin û li ser mijarê wiha dewam kir: "Wek MEM û gundewarên wê, em didin xuyakirin ku Minbic û gundewarên wê di bin parastina şervanên MEM´ê û koalîsyona navneteweyî de ne. Em destûrê nadin ti hêzê ku derbasî vê herêmê bibe. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û koalîsyona navneteweyî Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û niha parastina wê dikin.
Em soz didin gelê xwe ku em ê wan biparêzin, jiyana wan ewle bikin. Lihevkirina ku di navbera Meclîsa Eskerî ya Minbicê û Rûsya de pêk hat, tenê herêmên Erîma û xeta bi çeteyên Mertala Firatê re, digire nava xwe."
MINBIC