Bi dehan şêniyên navçeya Til Temir cenazeyê şervanê YPG’ê Yasir Ebdo yê ku li Reqayê şehîd bûbû li goristana şehîdan a Til Temir oxir kir. Li aliyê din pêr bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed Şêx (Hogir) ku di ancama krîza dil de de şehîd bûbû, bi merasîmekê oxir kir.
Rêya roniyê dan nifşên nû
Merasîma cenazeyê şehîd Yasir Ebdo li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê hate lidarxistin. Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Serhed Cûdî axivî û destnîşan kir ku şehîdan yekitiya gelên herêmê ava kir û rêya ronahiyê ji nifşên pêşerojê re diyar kir.
Emê tola wan li erdê nehêlin
Pêr bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed Şêx (Hogir) ku di ancama krîza dil de de şehîd bûbû, bi merasîmekê oxir kir.
Gel cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekê berê xwe da goristana şehîdan a Serêkaniyê. Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn got: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya pola û rihê fedekarî berxwedana me ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîd Hogir û hemû şehîdên din ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.”
HESEKÊ