Em ê yekîtiya neteweyî ava bikin
Karayilan şehîdên yekîtiya neteweyî Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn bi bîr anî û destnîşan kir ku di vê demê de ku pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêhtir bi yekîtiya neteweyî heye, ew ê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di merasîma eskerî ya salvegera şehadeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn de ji gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê re axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
Karayilan bal kişand ser dîroka hewldanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê yên ji bo yekîtiya neteweyî û şehîdên di vê oxirê de canê xwe dayî. Karayilan diyar kir ku pêwîstiya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi yekîtiya neteweyî heye û ev yek ji bo tevgera wan xaleke esasî ye.
Fermandarê yekem Karasungur
Karayilan got, 2’ê Gulanê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rojeke girîng e û wiha peyivî: “ Roja şehadeta fermandar hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn e. 35 salan beriya vê, di vê rojê de ji bo karê yekîtiya neteweyî dema ku heval di nava hewldanan de bûn, di şerekî navbera YNK û Partiya Komunîst de bi şaşîtî hatin şehîdkirin.
Fermandar hevrê Mehmet Karasûngûr (Xalid) di sazîbûna yekîneyên eskerî yên şoreşgerî de fermandariya yekemîn kir.
Berxwedana Hîlwan û Siwêrekê meşand, fermandariya vê berxwdanê kir û di wan şert û mercan de bi ser xist. Fermandarê me yê yekem e.”
Karayilan ji bo Bîlgîn jî got, ew milîtanekî demê bûye û wiha dewam kir: “Li ser çand û feraseta hevalê Hakî Karer xwe perwerde kiribû û gihandibû asta milîtaniya Apoyî. Di serdema rojên vekişînê yên giran de ku piştî darbeya 12’ê Îlonê pêk hat, hevalê Îbrahîm Bîlgîn mîlîtanê demê bû û her tim bi moral, coş, bawerî û biryareke mezin di refên pêş de cih digirt û têdikoşiya.”
Şehîdên hewldanay ekîtiya neteweyî
Karayilan bi bîr xist ku Karasungur û Bîlgîn 2’ê Gulana 1983’yan windehiyeke mezin a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye û wiha dewam kir: “Em di şexsê herdu hevalên pakrewan de careke din soz didin hemû Şehîdên Şoreşê. Em dibêjin, Ey Şehîd! Bila dilê we şad be. Doza we îro li dar e. Îro Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi rêbazên şerê çekdarî yên modern di rojeva cihanê de ye û gihiştiye qonaxa serketinê. Soza ku me li ser vî esasî dayî, weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê em ê rasterast pêk bînin. Ji bo şehîdên qehreman soz û peymana me ev e û ji bo me talîmateke esasî ye.
Hevalê Xalid û Îbrahîm ji bo karê yekîtiya neteweyî tevdigeriyan. Wê çaxê (1983) di navbera gelek hizb û partiyên Başûrê Kurdistanê de şer û nakokî hebûn. Hevalê Xalid ji ber wê ket tevgerê ku vî şerî rawestîne û yekîtiyeke neteweyî ya şoreşgerî ava bike.
Ev daxwaza hêja ya hevalê Xalid îro jî bi heman girîngiyê lê ye. Hewldanên tevgera me yên di vê demê de wê hêviyên van şehîdên qehreman jî pêk bîne, karê yekîtiya neteweyî wê bi pêş ve biçe û ruhê şehîdên me, hevalê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn hîn zêdetir şad bibe. Avakirina yekîtiya neteweyî wasiyeta hevalê Mehmet Karasûngûr e, erka me ye. Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê çerçoveyeke esasî ye.”
ANF / BEHDÎNAN