Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li bajarê Hesekê civîneke çapemeniyê saz kir û mijiara agirbestê û lihevkirina li Soçiyê şirove kir.
Ebdî diyar kir ku heta niha ti lihevkirineke wan bi Tirkiyê re çênebûye, tenê agirbest heye, lê tevî vê yekê komên girêdayî dewleta Tirk agirbestê binpê dikin û êriş dikin. Ebdî bang li welatên garantor kir ku erkên xwe yên li hemberî van binpêkirinan pêk bînin.
Ebdî diyar kir ku Amerîkayê êrişa Tirkiyê ranewestandiye, xwestiye di aliyê doplomasî û aborî de bi rêya ferzkirina sizayan şer rawestîne û Tirkiyê neçar kir ku agirbestê îlan bike. Lê êrişên Tirkiyê berdewam in, Amerîka û serok Trump jê berpirsyar in. Têkiliyên me bi Amerîkayê re li rojhilatê Sûriyê berdewam in, em ji wan dixwazin şaştiyên xwe yên berê nekin.”
Têkiliyên me bi Emerîkayê re didomin
Ebdî destnîşan kir ku di peywendiya telephonê de ya di navbera wî û serok Trump de wî spasiya Trump kir ku hewl da êrişên Tirkiyê rawestîne û got: “Trump anî ziman ku wê hebûna hêzên amerîkî heta demeke dirêj û ne diyar dewam bike, niha gavên pêş û çawaniya têkiliyan di navbera herdu aliyan de di mijara tinekirina DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî de têne nîqaşkirin.”
Em her deh xalan qebûl nakin
Ebdî destnîşan kir ku wan nêrîn û daxwazên xwe yên têkildarî hilevkirina Soçiyê bi Rûsya re parve kirine û got: “Em her deh madeyan qebûl nakin, fikarên me li ser hene ji ber ku li dijî berjewendiyên gelê me ne.
Dewriyeyên hevpar li Kobanê û Minbicê hatin meşandin û îro li Dirbêsiyê jî hatin meşandin. Mijarên girêdayî gelê me cihê nîqaşê ye, em gelê xwe bê parastin nahêlin.”
Ebdî diyar kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk di çareseriya siyasî ya li Sûrî de bi şertê ku QSD bi xisleta xwe di nav artêşa Sûriyê de hebe.
ANHA/HESEKÊ