Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Cemîl Kobanê bi daxuyaniya çapemenî rizgarkirina bajarokê Sirînê ji raya gîştî re ragihand. Cemîl destnîşan kir ku hemleya rizgarkirina bajarokê Sirînê armanceke xwe hebû û wiha pê de çû: “Bajarokê Sirînê ev nêzî salekê ye ku bûye wekî navendekê ji komên çeteyên DAIŞ’ê û ev navend jî ji bo êrîşkirina gelê Kobanê tê bikar anîn. Di hemleya rizgarkirina Sirînê de Hêzên wek Burkan El Furat, Şems El Şîmal, Siwar El Reqa û hwd li kêleka şervanên YPG`ê şer li hemberî komên çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Di operesyona rizgarkirina Sirînê de gelek gund û navçeyên wê hatin rizgarkirin.”


Rizgarkirin dîyarî malabata şehîdan kir

Cemîl  rizgarkiria Sirînê ji hemû gelê Kobanê û bi taybet malbatên şehîdan re dîyarî kir û bi lêv kir ev hemleya ku bi navê Tolhildana Şehîdên Kobanê dihate bi awayekî resmî bidawî bû. Her wiha Fermandar Cemîl Kobanê ragihand ku di vê hemleyê de her du pêkhateyan Kurd û Ereb beşdar bûne.

Cemîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi saya Sirînê êrîşî gelê Kobanê bikin lê daxwaza wan pêk nehat, her wiha bi saya berxwedana şervanên YPG’ê daxwazên wan hatin şikandin. Daxuyanî bi vî rengî dewam kir:”Di vê operesyonê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek cebilxaneyên wan jî hatin desteserkirin. 

Em bi boneya vê serkeftina xwe gelê Kurd bi tevahî pîroz dikin û vê serkeftina xwe diyarî hemû şehîdên komkujiya Kobanê dikin.”

Cemîl di dawiya axavtina xwe de derbirî kir ku  piştî rizgarkirina Bajarokê Sirînê dê herdu pêkhate Kurd û Ereb bi awayek aram û li ser esasê biratiya gelan bijîn. 


 ANHA/KOBANÊ




‘Hevgirtîna nîştimanî bihêztir bû’


Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Şervan Derwîş diyar kir ku hemleya wan li bajaroka Sirîn hevgirtina niştimanî xurtir kir û bi avakirina rêveberiyên hevbeş li ser bingeha pir rengiya civakî, çandî û şaristanî mafên hemû pêkhateyan pêk tên.

Derwîş di axaftina xwe de diyar kir ku armanca cewherî ya vê hemleyê tolhildana şehîdên komkujiya çeteyan di 25’ê hizêrana 2015’an de bû û wiha got: “Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ev komkujiya qirêj li dijî welatiyên sivîl ên bajarê Kobanê û gundê Berxbotan pêk anîn û ji ber ku navenda çeteyên DAIŞ’ê ya başûrê Kantona Kobanê bajaroka Sirîn bû û piraniya êrîşên xwe ji vir dest pê dikirin, me biryar girt ku em hebûna çeteyên DAIŞ’ê di bajaroka Sirîn de tune bikin.”

Derwîş destnîşan kir ku ji bo atmosfêrekî aştiyane ji bo hemû pêkhateyên herêmê were peydakirin, pêwîstî bi dûrxistina çeteyên DAIŞ’ê ji vê herêmê hebû.


Me armancên xwe pêk anîn‘

Derwîş di axaftina xwe de da zanîn ku hemleya wan armancên xwe pêk anîne û spasiya hêzên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bi alîkariya hemleyê kir û wiha domand: “Hêzên me di hemleyê de tevî bajaroka Sirrînê gelek gund û girên stratîjîk ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.