Em ji xwe razî bûn û bi wê jî razî bûn ku teoriyek karibe ji me re behsa binyada me bike weke mirov. Insan ji ku hatiye, li gorî teoriya rûniştî ji Efrîka belav bûye. Lê qoqekî seriyan ku beriya bi 40 salan li Çînê hat dîtin, ev teoriya me ya hêsan û xweş xera kir. Beridîna me mirovan diyar e tevlîhevtir e.

Weke ku Andrew Griffin di rojnameya Ingilîz The Independentê de dinivîse, vî qoqê serî yê li Çînê hatî dîtin, hizra belav a antropologan serûbinî hev kiriye. Li gorî vê hizra belav beriya teqrîben 200 hezar salî mirov ji Efrîkayê belavî dinyayê hemûyî bûne, û beşek jî beriya 80 hezar salî ji Efrîka derketiye û li dinyayê belav bûye. Ha ev qoqê serî yên li Sinê ango Çînê hatiye dîtin, vê teoriya besît û têra xwe jî aramker ji bo antropologan serûbinî hev kir. Lewma ew nîşan dide ku teoriya dibêje mirov bi rengê xwe yê dawî yê beridîna ji Efrîkayê belav bûye ne rast e û gelek xisletên mirovî li rojhilatê Asyayê bi pêş ketine.


Çûnûhatina Efrîka û Asyayê de

Ango, li gorî vê pêşiyên mirovan ji Asyayê çûne Efrîka û ji Efrîkayê jî çûne Asya; û ev gelek caran qewimiye. Maneya vê jî ew e ku heger lêkolîner ne şaş bin, divê DNA´ya mirovê modern li Asya û Efrîkayê çêbûbe.

Gelek lêkolînerên ji teoriya berê bawer dikin îdîa dikin ku ev teorî çêkirî ne û ji bo zêdekirina dewra Çînê li hev hatine anîn. Lê heger ev qoqê serî yê nû rast be, hingê ev teoriya nû ya ku berê gelekan henekê xwe pê dikir, belkî jî rastî be.

Ev qoqê serî bi navê Dalî tê zanîn. Ew yek ji qoqên serî yîn pêşiyên mirovan (Homo Sapiena) e ku bi  navê ilmî yê Homo Erectus (Mirovê rast li ser du linagn dimeşe) tê zanîn. Ev qoqê serî xera nebûye û qederê 260 harzar alî ye. Bi awayekî ecêb di navbera wî û Homo Sapiens de bihevşibîn heye. Heta hin lêkolîner dibêjin, di navbera wî û cûreyê li Fasê hatiye dîtin de wekhevî pirr zêde ne.


Behremendiyên li mekan û demên cihê

Dema ku mirov van daneyan li ber hev bigire, hingê mirov dikare îdîa bike ku mirov bi temamî li Efrîkayê neberidiye û paşê li dinyayê belav nebûye.Lêkolîner Xinzhi Wu ji Akademiya Çînî ya Zanistê û Sheela Athreya ji Zanîngeha Texas A&M difikirin ku ev wekhevî ferz dikin ku mirov qebûl bike ku mirovên destpêkê ne tecrîd kirî li yek mekanî bûne, lê li şûna wê ew li dinê belav bûne û xisletên xwe bi hev re parvekirin û wiha beridîne. Di maqeleya xwe ya nû de ew dibêjin, "vê yekê rê vekir li ber encama ku behremendiyên li herêmên cihê û demên cihê bidestxistî li hev hatine zêdekirin." 


LONDON