Encamên Konferansa 2. a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şaxê Ewrûpayê hatin eşkerekirin.

Konferansa 2. a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şaxê Ewrûpayê, roja 1’ê Îlonê bi navê “Em hemû Efrînî ne” li bajarê Wardenburgê yê Elmanyayê hate lidarxistin.

Konferans di çarçoveya encamên kongreya pêncan a HRRK’ê pêk hat ku 23’ê Kanûna 2016’an li bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Li ser encamên konferansê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate ragihandin ku konferansê giranî daye ser bipêşvebirina rewşa rêxistinî ya HRRK´yê li Ewrûpayê.

Li gorî encamnameyê, di konferansê de hate destnîşankirin ku şaxê HRRK’ê yê Ewrûpayê divê bibe sîwaneke yekgirtî di navbera rewşenbîrên li welêt û derveyî welêt.

Ji bo xurtkirina nasnameya rewşenbîriya Kurd jî îşaret bi girîngiya xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate kirin.

Di konferansê de komîteya rêveber a ji heft kesan hate hilbijartin. Komîteya rêveber ji van kesan pêk tê: Husên Omer, Nesrîn Ahmo, Cano Şakir, Zeredeştê Kal, Reşîd Hisso, Helîm Yûsiv û Ednan Şêxê.

Ji nava komîteyê, Husên Omer weke serokê şaxê Ewrûpayê yê HRRK’ê û Nesrîn Ahmo û Cano Şakir weke cîgirên serok hatin hilbijartin.

WARDENBURG