Komkujî û terora rêxistina kevneperest û hovane DAÎŞ ê li her deverên ku Kurd lê dijîn bi tundî tê rûreşkirin. Paytexta Almanya Berlîn jî ji roja ku komkujiya Kurdên êzîdî qewimî vir de bi deng û rengên Kurdewarî ve diheje. Çalakiya îro jî bi heman mebestî ve ji aliyê saziya jinên Kurd yên li berlînê DEST-DANê ve hate birêkxistin. Di çalakiyê de herwisa gelek kesayetên Kurd beşdar bûn û bi hevdiliya xwe ya bi Kurdên êzîdî re bilêv kirin. Çalakvanan wisa jî diyar kirin ku deverên  gelê êzîdî lê dijîn weke ‚Rûmeta Kurdistanê‘ dibînin û  ji çi bawerî û olî dibin bila bibin tev de xwe wek êzîdî dibînin.

Çalakiya şermezarkirina terora DAÎŞê ya li ser Kurdên êzdî û bi giştî li Kurdistanê bi çalakiyeke jinan ve hate şermezarkirin. Çalakî saet di 14.00 an de li ber deriyê dîrokî yê Brandenburgertorê dest pe kir. Jinên Kurd yên li Berlînê ku serkêşiya çalakiyê dikirin, bi pankartên almanî û Kurdî, bi belavokan û bi dirûşmeyan ve dengên xwe li qadê bilind kirin.
Jinan herwisa bi skeç û şanoyan ve jî perdeya reş a temsîlî ji ser jinên Kurd rakirin û dirûşmeyên azadiyê qêriyan.
Di çalakiya ku ji aliyê derdoran ve jî bi balkêşî hate şopandin de me hind nêrînên beşdaran ji bo xwendavên xwe wergirtin.

Nurî Alkîş (Meclîsa Jinan DESTDAN): Em wek saziya DESTDANê vê çalakiyê organîze dikin. Ev fermana ku li Êzidiyan rabûye, weke jinên Kurd li paytexta Almanya Berlînê ji bo me jî ferz bû ku em çalakiyeke protestoyî li dar bixin. Em dixwazin qêrîn û hawara Şengalê bi dinyayê bigihînin. Em hewl didin ku bibin dengê hewara Şengalê û bersiva komkujiya Şengalê bidin. Ez vêna weke komploya li dijî serokatiyê dibînim ku armanca wan vala derket û yekîtiya gel çêbû. Di nav Kurdan de wê nakokiya olî nemîne, her Kurd Şengalî ye û Şengal jî rûmeta Kurdistanê ye. Ez weke kes û li ser navê meclîsa jinan jî dikarim bibêjim ku ji desteka dinê zêde ne bi hêvî me, têkoşîna Kurdan û yekîtî dikare encamê bide. Ez wan dewletan jidil nabînim, lê eger tiştinan bikin baş e. Ev çalakî du rojan dewam dike û roja şemiyê jî emê li Hannoverê bin. Yekşemê jî asurî - suryanî wê bimeşin, em ê beşdarî li çalakiya wan jî bikin. Heta ku Şengal, Kobanê û tevahiya Kurdistanê rizgar nebe, em ê li vir û li her derê di nav tevgerê de bin. Bijî Kurd û Kurdistan.

Cemal Ozturk (Karsaz): Ez vê komkujiyê şermezar dikim. Ez ji bo piştgiriya Şengalê Kurdên êzîdî û bi gîştî doza Kurdistanê li vir im. Heta dawiyê li cem wan im. divê em Kurd  yekîtiya xwe zûzûka saz bikin û van nemirovan ji ser axa  xwe derînin.  Pêşketina di navbera gerîla, YPG û pêşmerge de hêviyeke xurt dide me. divê ev pêş de biçe. Dengderxistina Ewropiyan û Amerika jî helbet baş e, bi taybetî Almanya ku tim bêdeng bû niha xwe dilebitîne, ev baş e.

BedirxanTaha (Hunermend): Ev xerabî belkî bibe sedema başiyan ku ew jî yekîtiya gel e. Ez bang dikim ku her Kurdekî bi namûs xwe bide pêş, her kesekî dikare tiştekî bike. Ev li dijî Kurdan e. ev tirorîst li dijî tevahiya diyanetan in. Lê ji ber ku ew him Kurd in û him jî êzdî ne dibin armanc. Çi caran hinde dengûbahsên xweş rû nedane, ew dîmenên ku serok Barzanî li cem gerîla bû, zor xoş bû. divê bête zanîn ka li Şengalê çi şaşîtî çêbûn, piştguh nekin. Çima Şengal hate berdan û çawa bi YPG, HPG û pêşmerge ve pêkve hate rizgarkirin. Gava min dît ku gerîla ji Qendîlê berjêr dibe û ber bi Kerkûkê ve ber bi Şengalê ve diçe, min got qey xwîna min rawestiya. Ev ciwantirîn xewna Kurdan e. Ji dil silav dikim…

Hozan Aydin (Hunermend): Ev DAÎŞ û ev kirin tu têkilî bi îslamê re nîn e. Ez wê rûreş dikim, şermezar dikim. Gelê me li ku dibe bila bibe em ê li ba gelê xwe bin. divê em rastiya têkoşîna PKK ê ji bîr nekin. PKK ê ji her çîn û baweriyê Kurdan û miletên din jî anî cem hev, di xebata azadiya Kurdistanê de seferber kir. divê rola PKK ê ya di azadiya Şengalê de bê dîtin. Ez silav û rêzên xwe ji wan re dîşînim, rûmeta me ne. Ez mislman im, lê wek insanekî li dijî zilmê ku zilm li ku be dilê min li ba mezlûman e, helbet îro ez jî êzîdî me. Ev xwedîderketina li neteweyetiyê ye, îro milet û welat Şengal e, xwedîderkatina li êzdîxanê, parastina Kurdistanê ye.

Gundî Dilxem (Siyasetvan): DAÎŞ komeke tiror û çete ye. Ji bo tevliheviya Rojhelata Navîn e. Ez wan wek misilman jî nabînim û armanceke wan a wisa jî nîne. Ciyê ku dagir dikin ji bo çi ye, bi tenê komkujî û xwînrijî ye.. Ev kesên xerab bê ku bizanin bûn sedema yekîtiyeke di nav Kurdan de. An yek bûn an jî yek bi yek wê biçin. Ez bawer im emê bi ser bikevin. Serdana Barzanî ya ji bo gerîla dîmeneke pir xweş bû. Me wateya yekîtiyê jê derxist, hêvîdar in ev nesekine û berdewam be. Ez êzdî me, elewî me û misilman im jî…ban û sîwana tevan jî Kurdîtî ye, ez Kurd im. Êrîşa Şengalê ji ber jeopolitika herêmê ye jî, dixwazin wê derê dagir bikin û li hember Rojava jî wek tampon bikar bînin. Bi yekîtiya Kurdan wê temenê wan pir kin be.

Bêrîvana Çiya (Hunermend): Komkujiya li ser Kurdan ne nû ye, bi salan e berdewam dike.Mixabin  berjewendiya dinyayê di xwîna Kurdan de heye. Jin û zarok tên talankirin. Gava em wan serjêkirinan dibînin dilê me jan dide. Dinya jî dibîne û temaşe dikin. Dewletên ereb û tirk jî di nav de ne. Weke jineke Kurd divê beşdariya me pir xurt bibe. PKK, YPG û pêşmerge bila destên hev bernedin. Dixwazin Kurdan ji dinyayê hilînin. Em tev de bêjin yan mirin yan azadî.

Rehime Gunay: Em ji bo Şengalê li vir in. Ev talankirina namûsê, ev qirkirin. Ma di kîjan şerî de ev hatiye dîtin? Dest davêjine jinan, keçan û zarokan. Ev bû fermana 74´an. Li me êzîdiyan. Eger ne YPG û PKK bûna niha yek tenê jî mirov li wir nemabû. Ez hawara xwe dighihînime dinê bila destekê bidin Kurdan û gelê me yê êzdî. Ka demokratî, ka mafên mirovan. Kurd bi gîştî di bin xeterê de ne. Ez qurbana wan keç û xortan im ku canê xwe dane ber guleyan, bila pêşmerge jî bi wan re bibin yek. Bila Barzanî jî pêşmergeyên xwe bişîne eniyê wê demê ev dijmin wê bişkên.

Xecê Aktar (Seroka  Yekîtiya Malbatên Kurdistanê YEKMAL’ê): Wek sazî û kesayet em jî di nav siyaseta Kurdî de ne. Niha komkujiyeke mezin li welêt heye. Ev ji bo tevahiya dinê jî şermezarî ye. Dinya kerr û lal e; berjewendiyên wan di Kurdan de nînin, ji ber ku dewlemendiya welêt ne di destê me de ye, nirxê me jî nîne. Hêzên me yên parastinê li wir in. Gava min gerîla dît ez giriyam, min got serbilind im ku ez jî bi vê tevgerê re me. Min dît ku em rast bûne, gerîla rûmeta me diparêze. Hêviya me bilind e. divê pêşmerge û gerîla êdî bibin yek. Ev êdî ne xeyal e, pêkan e.

Cemal Ballikaya (Helbestvan): Ev komkujiyeke berfireh û sîstematîk e. Pêwist e li her derê dinê dengê me bilind be. Bi taybetî jî rêveberên Kurdan hişyar bin. Ev divê ji Kurdistanê bêne derxistin. Mirovahî  deyndarê Kurdan e, ka dadwerî, ka mafên gelan û mirovan.Ne tenê êzîdî, tevahiya Kurdan û cîhana pêşverû divê têbikoşe. Xeter û êrîş li ser Kurdistanê ye. Bila kes nebêje nayê derê min, duh li Rojava bû îro li Başûr e, siba wê li devereke din be. divê em xwe ji her alî ve amade bikin. Serkeftin ya Kurdistanê ye…

Gulê Gimgim: Em ji bo birayên xwe yên êzîdî li vir in. Divê em di vê roja teng û dijwar de xwe bidin nîşan. Ez weke Kurdek misilman û sunî wana hîç misilman nabînim, eger ew mislmanî be ezê ji misilmaniyê derkevim, ji min re ne lazim e. Bi "Allah û ekber"  mirovan ser jê dikin, çi yê dîn e? înşallah wê koka wan bê qelandin û Kurdistan ji wan paqij bibe.

Dayê Koker: Ez wana şermezar dikim, ew wehşî û rûreşên dinê ne. Tirk û dewletên ereb di nav de ne. Ez wan gerîlayan silav dikim, ew ê wan qirêjan ji wir paqij bikin. Emê bi ser kevin, li Başûr, Rojava û Bakur li her parçeyan jî emê Kurdistana xwe ava bikin. Silav li şervanan ku namûsa me diparêzin, silav li Kurd û Kurdistanê…

Hacer Palaoglu: Ez jî ji bo alîkarî û desteka Kurdên êzîdî li vir im. Ez wan xwînxwaran misilman nabînim, misilman çawa wiha dikin, di tu dînî de ev nîn e. Gava min dît gerîla diçine hawara Kurdan min qîr kir û min got: Xwedê bê alîkariya we. Wan pêşmergeyan qet baş nekir, gelê xwe di destê tirorîstan de berdan, lê dîsa jî dem heye, ji vir şûnde bila kar û barê xwe hilgirin, dest bidin xwîşk û birayên xwe yên YPG û HPG ê van dijminan ji ser axa me derînin.



YEKO ARDIL/BERLIN