Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê dewam dikin.

Kurdistanî bi vê armancê li gelek welatên Ewrûpayê tevî dostên xwe daketin meydanan.

Li paytexta Fransayê Parîsê, endamên “Platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê“, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya sê rojan dewam dikin.

Çalakgeran li meydana Republiqueê kon veda û li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê agahî dan raya giştî.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî serdana çalakgeran kir û piştgirî da wan. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û dirûşmên “Em hemû Leyla ne”, “Azadî ji Ocalan re” hatin gotin.

Daxwazên berxwedêran ên me ne

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo balê bikişînin ser daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê li meydana Vieux-Portê mîtîngek li dar xist. Bi sedan Kurdistanî nîvrojê civiyan û dovîzên ji wêne û daxwazên berxwedêran hildan. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Leyla Guven” hatin gotin. Çalakî piştî rêzgirtinê û axaftinan bi dawî bû.

Îmze hatin berhevkirin

Li paytexta Yewnanîstanê Atînayê, Platforma Tirkiye-Kurdistanê ya Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanîstanê, ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştgiriya ji bo berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi pêşengiya PKK, MLKP, MKP, DKP, TKP/ML û SYKP’ê li parka Exarchionê çêbû. Di çalakiyê de li ser mijarê îmze hatin komkirin ku wê ji CPT û Konseya Ewrûpayê re werin şandin.

Li bajarê Elmanyayê Halleyê jî, ji bo şermezarkirina tecrîdê bi sedan kes meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Leyla”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin gotin. Çalakî bi mîtîngê bi dawî bû.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN