Biryara Emerîkayê ya li dijî rayedarên PKK û KCK´ê li gelek bajarên Ewrûpayê bi beşdariya Kurdistaniyan hat rûreşkirin. Kurdistaniyan biryara qedexekirina çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li Strasbourgê jî şermezar kir.
Kurdistaniyên li bajarê Fransayê Marsîlyayê, li bajarên Swîsreyê Basel û St Gallenê û li paytexta Awusturya Viyanayê, Tecrîdkirina Ocalan, biryara Emerîkayê ya bi xelatê lêgerîna rêveberên PKK’ê û qedexekirina çalakiya li Strasbourgê bi destê Fransayê, protesto kirin.
Biryara bi xelatkirinê lêgerîna rayedarên PKK´ê ya DYE´yê ku li dijî rêveberên PKK û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan bû, li Marsîlyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
‘Kujer Erdogan, hevkar Trump’
Kurdên Bajarê Marsîlya yê Fransayê tevî dostên xwe li pêşiya Sefartetxaneya DYE’yê hatin ba hev bi yek dengî ‘Em hemû PKK’yî ne’, ‘Kujer Erdogan, hevkar Trump’ û ‘Bijî Serok Apo’ gotin.
Çalakvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan, dovîzên ku bi nivîsa li ser xwe biryara DYE’yê şermezar dikin, hilgirtin.
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û tecrîdkirina Ocalan bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Em qedexeyan nas nakin
Çalakiya li Qada Poerê hate kirin, Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Viyanayê pêşengiya wê kir. Di çalakiyê de alên PKK’ê û YPG’ê hatin hilgirtin. Li meydana çalakiyê kon hate vedan û têkildarî rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin.
Li bajarên Basel û St Gallen ê Swîsreyê jî bi heman armancê, tevgera Ciwanên Şoreşger meşek orgenîze kir. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê jî daxuyaniyek li ser qedexekirina çalakiya ji bo Azadiya Ocalan a li Strasbourgê da û got, “Em ciwanên Kurdistanî vê biryara Fransayê girtî nas nakin. Em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û heta azadiya Rêbertiya xwe bê navber çalakiyên me wê bidomin.”
NAVENDA NÛÇEYAN