
Ji bo temaşekirina li fîlma ‘Firoşkar’ a Farhadî, 10 hezar kes li meydana Trafalgar a Londonê civiyan. Li vê meydana ku her carê bi mijarên têkoşîna siyasî dikeve rojevê, bi rengekî bê pere li fîlm hat temaşekirin. Vêfilmê xelata Oscarê ya filmê herî baş ê bi zimanê biyanî wergirt.
Farhadî, li ber polîtîkaya Trump a li dijî welatên Misilman rabû û merasîma Oscarê boykot kir.
Nîşandana fîlmê li Londonê, çend saet beriya destpêkirina merasîma li Los Angelesê pêk hat. Fîlma ‘Firoşkar’ di kategoriya fîlmên herî baş ên zimanê biyanî de hat bicihkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Londonê Sadiq Khan anî ziman ku ew serbilind e ku organîzasyoneke bi vî rengî dikin, ji bo nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku London afirîner e û li hemû mirovan vekirî ye.
Şaredar ji AFP’ê re axivî û got, “Di demekê de ku ger û geşta mirovan tê astengkirin, em ê malovaniyê ji mirovan re bikin, di demekê de ku qala lêkirina dîwaran tê kirin em ê di navbera mirovan de piran ava bikin, di demekê de ku daxwaza parçekirina civakan tê kirin, em dixwazin gelan bigihînin hev.”
Şaredar li vê derê derket ser dikê û got, “Serok Trump nikare me bêdeng bike.” Derhêner Farhadî nekarî tevlî vê xwepêşandanê bibe, lê belê bi dîmen peyamek şand. Farhadî got, “Tevî ku em ji ol, netewe û çandên cuda ne, em hemû welatiyên cîhanê ne.”
LONDON