Jina Êzîdî ya Kurd 24 Sibatê bi destê mêrê xwe li bajarê Elmanyayê Dortmundê hat qetilkirin. Sazî û dezgehên jinan ên Kurd li ser bûyerê daxuyanî dan û wan got, hêrsa me rabûye û em ê bêdeng nemînin. Wan got, qetilkirina jinan her diçe zêde dibin û wiha fikra xwe îafade kirin: “Her jina tê kuştin, parçeyekî ji me dibe. Hêrsa me rabûye, em ê ti carî ji bîr nekin, em ê bêdeng nemînin.”
Ji bo Onlia Çendy ji Başûrê Kurdistanê ya ku mêrê wê ew qetil kir, sibe jin wê li Dortmundê bimeşin. 8´ê Adarê jî jin wê bibin dengê Onlia Çendy, Huriye û Sarayê. Onlia Çendy ya 30 salî dayika 4 zarokan bû û mêrê wê ew kêr kir û qetil kir. Ji bo wê pêr merasîmek hat organîzekirin. Di merasîmê de jinên beşdar ji bo Onaliayê slogana “Jin, jiyan, azadî” got û ew oxir kirin. Onalia wê li Kurdistanê bê definnkirin.
Sibe (Şemiyê) jî li Dortmundê jin wê nerazîbûna xwe ya li dijî qetilkirinên jinan ên zêde dibin, bi mîtîngekê nîşan bidin. Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) û Yekîtiya jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), meclîsa Jinên Êzîdî, Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmundê û gelek sazî û dezgehên din sibe li Dortmundê saet 15.00’an wê mîtîngê li dar bixin.
Neyê serê ti kesî
Navenda Civana Jinan (UTAMARA) û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî derbarê qetilkirina Onalia Çendy daxuyaniyek da û wan got, “Em bihêrs in, em êdî bêdeng namînin.”
Wan qetilkirina jinan li Elmanyayê bi bîr xist û got, 2018’an li Elmanyayê 122 jin hatine kuştin û nîvê wan ji hêla hevserên wan, hezkiriyên wan ve hatine qetilkirin.
Saziyên jinan dibêjin, “Onalia Çendy di mala xwe de bi destê hevjînê xwe, bavê zarokên xwe ve hatiye qetilkirin. Mala wê bi xwe jê re ne ewle bûye. Ev neyê serê ti kesî, ti zarokek dayîka xwe ji dest nede. Em ji hemû malbat, nas û dostan re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku di wan demên zor û zehmet de li kêleka wan bin.’’
Wan got, ‘’Em jin divê ti şidetê qebûl nekin, ne li hemberî xwe, ne li hemberî xwîşk, cîran û hevalên xwe. Ji bo ku em ji vê şidetê xilas bibin em bi hev re bimeşin. Em hev biparêzin, alîkariya hev bikin.
Ya ku anîn serê te, Onalia Çendy, em ê ti carî efû nekin û em ti carî vê ji bîr nakin! Em te bi rêzdarî bi bîr tînin. Em hemû jinên ku bi serdestiya mêr ve hatine kuştin, bi bîr tînin.
Bi navê we, em têkoşîna xwe ya ji bo hevjiyaneke demokratîk û jiheqîderketina ji her cure serdestiya mêr, xurt dikin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN