
MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
Bêbextiya navnetweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku 9´ê Cotmeha 1998´an destpê kir piştî 19 salan jî Kurdistanî çalakiyên xwe yên şermezarkirina vê komployê û azadkirina Ocalan jî zêde dikin. Çi li Kurdistanê û çi li derveyî welêt, KUrdistanî her roj çalakiyan li dar dixin.
Çalakiyeke di heman çarçoveyê de û bi armanca ku Ocalan karibe parêzerên xwe û malbata xwe bibîne jî “Pirtûkxaneya Ocalan- Ji Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî re azadî” ye. Bi otobuseke hatî kirêkirin, li gelek bajarên welatên Elmanya, Belçîka, Awusturya, Swîsre, Fransa, Holanda, Danîmarka û Swêdê pirtûkxaneya Ocalan hat danîn û çalakiyên mîna mîtîng û panelan hatin lidarxistin.
Yek ji kesên çalakiyê de cihê xwe digire Musur Aslan e ku bi eslê xwe ji Nisêbînê ye. Ji ber ku bilêvkirina navê wî zehmet bû, xelkê navê wî bi carekê kiriye Munzir. Li Duisburgê wî di caran serokatiya Meclîsa Gel kiriye. Dema ku ji bo çalakiya gihandina felsefeya Ocalan a xelkê Ewrûpî, pêdivî bi şofêrekî otobusê çêbûye, wî bê dudilî qebûl kiriye. Çav li rê ye çalakiya 9´ê Cotmehê destpêkirî 11´ê Mijdarê li Starasbourgê bi dawî bibe, ango Munzir wê bêhtirî 9 hezar kîlometre rê bike di dawiya dawî de.
Heval ma ne bisiklêt derbas dibin
Munzir dibêje ji ber ku Kurd zêde li gor saetê tevnagerin, gelek caran bi zehmetiyan re rûbirû bûne. Bi ser de jî cihê danîna otobusê û cihê mana çalakgeran carinan bê ewlekarî bûye. Li cihekê dema otobus li meydaneke tenê bi têlan dor lê girtî otobus danîne, ji xelkê li wir pirsiye, ka ev der çi qasî ewle ye: “Heval qet xeman mexwe! Kilîta vir bi me re ye.” Li Cenevreyê jî ji ber ku rêya mîtîng wê lê pêk bê teng e ew piştî ku li cihekî digere, kesên li Cenevre rê nîşanî didin, berê wî didin ser rêya bisiklêtan, dema ku ew dibêje, ew nikare di wir ve derbas dibe, heman kes jê re dibêjin; “Ma ne bisiklêt derbas dibin, çima tu nikarî derbas bibî!?” Bi van gotinan jî hew xwe digire û dibe tiqetiqa kenî.
Bêrîvana Cizîrê jî di otobusê de ye
Bêrîvan Cizîrî jî ku sekna wê ya di dîmenên serhildana Cizîrê ya sala 1992´yan ji bîra kesî naçin jî di otobusê de ye. Ew dîmenan digire bi kela canê xwe. Diçe ku kameraya wê di destê wê de ye û dîmenan digire. Geh çalakiyan geh govendê di kadraja kameraya xwe de bi cih dike. Dema otobus li Belçîkayê rastî êrîşa faşîstên tirk tê, ji qirika xwe bi kêrê birîndar dibe.
Doktoran gotiye, mala xwedê ava kêr kûrtir neçûye, naxwe heger rayê mirinê bibiriya wê gelekî xirab bûye. Bêrîvanê bi stûyê xwe yê pêçayî jî karê xwe dewam kiriye. Li her devera diçiyê mirov dixwazin wêne pê re bigirin. Her kes dixwaze wê bike mêvan. Lê ew xwe li herêma xwe digire û dibe mêvana Cizîriyan.
Lola Siwêregî jî be Torî ye
Loala Guevara ya ku dayika wê Urûguayê û bavê wê Fransî bi xwe, çawa ku li cihekî otobus disekine, radihêje belavokan û bi axaftina xwe ya Ingilîzî, Spanî û Tirkî wan belavokan belav dike. Ew dibêje ev çalakiya otobusê ji bo wê werçerxek e: “Ez di nava wê jiyanê de me ku min timî xeyala wê dikir. Her kes her tiştî parve dike, ti kes kesekî din natepisîne, jiyaneke bi rûmet. Li vir li aliyekî mirov bi felsefeya Rêbertiyê dijî, li aliyê din wê felsefeyê digihîne mirovên din.”
Tevî ku navê Lola Swêregî ango berxwedêra zindanan li xwe kiriye jî, lê ew jî weke Toriyan ji ya xwe nayê xwarê û dibêje, “Heval, ez ji Swêregê jî bim, ez ê dev ji Torîtiya xwe bernedim.”