Li bajarê Îtalyayê Floransayê, bi hezaran kes li Piazza Puccini li dijî faşîzmê meşiyan. Kurd jî beşdarî meşê bûn û wan jî faşîzma Erdogan protesto kir.
Di meşê de qisekeran bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Li ser mijarê gelek belavok jî hatin belavkirin.
Di meşê de wêneyên şervanê YPG’ê yê înternasyonalîst Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) hatin hildan. Orsetti 18’ê Adarê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû.
ANF / FLORANSA