Li dijî gefxwarina dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê, çalakiya konvedanê ya welatiyên bajarê Serêkaniyê dewam dike.
Konê çalakiya mertalên zindî yê ji bo şermezarkirina gefên dîktatorê Tirk, Tayîp Erdogan di roja xwe ya 2`yemîn de li Serêkaniyê bi beşdariya bi sedan kesî dewam dike.
Di konê çalakiyê de welatiya bi navê Narîman Ebdo got, “Em li dijî gefên Tirkiyê disekinin û em ti carî ji gefên wan natirsin. Di siberojê de projeya neteweya demokratîk wê bibe mînak ji gelê Rojhilata Navîn re û bi yekîtiya gelan, Sûriyeyeke demokratîk wê bê avakirin.“
Mihemed Xelef ê ji pêkheteya Erebe jî got, “Divê em ji îro û pê ve kesên ku sînoran nas nakin, pêşiya wan bigirin û êdî bêdengî bes e û kesên ku nikarin helwêstên xwe li beramberî van gefan diyar bikin, em bang li wan jî dikin.” Xelef di dawiya axaftina xwe de got, “Em bi hemû pêkhateyên xwe, bi yekdestî ji Erdogan re dibêjin, ji gefên te re na.”
ANHA / HESEKÊ