Dr. Milley: Ocalan îlham e ji bo Şoreşa Rojava. Bi ya min Tevgera Rizgariyê ya Kurd dikare bibe modelek ji bo tevgerên çepgir ên antî-kapîtalîst da ku bibînin ka ew ji bo çi têdikoşin. Û ev ne tenê teorî ye, di pratîkê de tê avakirin.

LUQMAN GULDIVÊ  / NAVENDA NÛÇEYAN

Thomas Jeffrey Milley akademîsyen e û li zanîngeha Cambridgê dersan dide. Her wiha yek ji Endamên Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê ye. Milley dibêje di çarçoveya hevnasîn û piştgiriya sendîqeyan bi Kampanya Azadî ji bo Ocalan re, her du alî jî ji hev fêrî tiştan bûne û ji bo tecrûbeya xwe jî got,  Sendîkayan dît ka çawa xelk dikare bê seferberkirin û fêr bûn meseleya piştgiriyê ne tenê dilşewitandina bi xelkê ye. Her wiha Tevgera Kurd jî dît, ku dikare derfetên sendîkayan ji bo seferberkirina civakî û siyasî bikêrhatî ye.

‘Azadiya we û ya min’

Dr. Thomas Jeffrey Miley ku dersdar e li zanîngeha Ingilîstanê, di Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê de ya bi pêşengiya Dadger Essa Moussa yê ji Başûrê Efrîkayê, cihê xwe girtibû. Niha jî ew bi edîtoriya pirtûkeke li ser Ocalan, têkoşîna wî û tevgera rizgariya Kurdistanê radibe ku destpêka Tîrmehê wê bê weşandin. Dema me jê pirsî ka weke delegasyona navneteweyî ew halê hazir ji bo kampanya Azadiya Ocalan a li çi difikirin ku bikin, wî îşaret bi vê pirtûkê kir û got, “Pirtûka me (Your freedom and mine/Azadiya we û ya min) wê di nêzîk de derkeve. Wekî din em ê ji bo belgekirin û raporkirina rewşê jî weşanên xwe dewam bikin. Gelek kes di nava delegasyona navneteweyî de cihê xwe digirin. Em niha her wiha li bendê ne ku bibînin ka wê encama hilbijartinan çi be û hilbijartin wê çi tesîrê bikin. Wekî din em li bendê ne pirtûk çap bibe. Endamên delegasyonê di gelek înîsîyatîfan de cihê xwe digirin elaqedarî kampanya Azadî ji bo Ocalan. Lê divê em bibêjin, ev înîsîyatîf jî wekî din di nava piştgiriya navneteweyî de cihê xwe digirin, ji ber mijarên Dagirkirina Efrînê, hilbijartinan û wekî din.”

Mesele ne tenê dilşewitandina bi xelkê ye

Milley bi bîr xist ku bi edîtoriya wî wê destpêka Tîrmehê pirtûkek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî derkeve û got, di çarçoveya hevnasîn û piştgiriya sendîqeyan bi Kampanya Azadî ji bo Ocalan re, her du alî jî ji hev fêrî tiştan bûne; sendîkayan dîtiye ka çawa xelk dikare bê seferberkirin û fêr bûn meseleya piştgiriyê ne tenê dilşewitandina bi xelkê ye.

Her wiha Milley îşaret bi têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:”Tevgera Rizgariyê ya Kurd dikare bibe modelek ji bo tevgerên çepgir ên antî-kapîtalîst da ku bibînin ka ji bo çi têdikoşin.”

Ocalan û Tevgera Kurd xwe gihand gelek derdoran

Dema ku me ji Dr. Meilley pirsî bê ka elaqeya ji bo kampanya Azadî ji bo Ocalan di nava sendîkayên Ingilistan û tevahiya Meliktiya Yekbûyî de bi pêş ket, wî îşaret bi keda dilsoz û dostên doza azadiyê ya gelê Kurd ên mîna Estella Schmidt jî kir û wiha peyivî: “Modela demokratîk konfederal a tevgera Kurd, dikarî bibe beşek ji têkoşîna wan, di nava tevgera wan de bê bicihkirin, ev jî bi peywendiya bi Înîsiyatîfa Azadî ji bo Ocalan re hat naskirin. Ev jî bi rastî di nava çend salan de serketî bû; sendîkaya TUC ku konfederasyoneke hemû sendîkayan e di nav vî karî de ye. Wekî din Simon Dubbins ku Midûrê Karê Navneteweyî yê sendîkaya UNITE´ê ye, gelekî çalak e, hinên din jî wisa çalak in. Bi ya min ev tiştekî gelekî hêjayî baldariyê û girîng e. Ji ber ku xelkê ji sendîkavaniyê beşdarî Kampanya Azadî ji Ocalan re dibin, li aliyê din Kampanya Azadî ji Ocalan re xwe digihîne derfeta seferberkirinê ya sendîkavanan. Dîroka Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê dirêj e û xwe disipêre înîsiyatîfên hewldana xwe gihandina piştgiriya bi Tevgera Rizgariya Kurd re. Ji salên 90´î ve gelek delegasyon diçin û tên rewşa şerê qirêj û xelkê Kurd dibînin, dişopînin û bi raporên xwe bala siyasetvanan û raya giştî dikişînin ser rewşê. Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê di vî warî de tevî ku înîsiyastîfa şexsî ya Essa Mûsa be jî, xwe disipêre çandeke delegasyonan ku vê dawiyê hem ber bi Rojava û hem jî ber bi Bakur ve bi armancên min behsa wan kirî, diçûn. Di nava wan de parlamenter, nivîskar, sendîkavan, parazvanên mafên jinan hebûn. Ango ev beşek girîng ji stratejiya Tevgera Rizgariyê ya Kurd e ji bo ku xelkê seferber bike li Ewrûpa û tesîrê bike li saziyên Ewrûpî. Ji bo vê jî divê bala întelektuel û siyasetvanan bikişîne. Ji ber wê jî ev ê dewam bike, lê nizanim gelo bi heman navê delegasyona Îmralî yan na.” Dr. Milley got, di vê çarçoveyê de derketiye holê ku piştgirî ne tenê dilşewitandina bi komekê ye, lê xwedîderketina li têkoşîna wan e.

Modeleke alternatîf ji bo antîkapîtalîstan

Li ser pirsa ka girîngiya azadiya Ocalan ji bo bêhtir civakan li derveyî Kurdistanê û Rojhilata Navîn çi ye jî, Dr. Milley, got, bi ya wî Ocalan îlhama Şoreşa Rojava ye û wiha dewam kir: “Naveroka vê şoreşa demokrasiya radîkal, li dora azadiya jinê, misogeriya pirrçandîbûnê, parastina hawîrdorê ji armanca dewleta netewe û wêde diçin. Ango bi awayekî cihê diyarkirina çarenûsa xwe dinirxînin. Bi ya min Tevgera Rizgariyê ya Kurd dikare bibe modelek ji bo tevgerên çepgir ên antî-kapîtalîst da ku bibînin ka ew ji bo çi têdikoşin. Û ev ne tenê teorî ye, di pratîkê de tê avakirin.

Ev aliyek e, aliyê din jî em bi awayekî global bi felaketeke hawîrdorê û avhewayê re rûbirû ne. Modela Konfederalîzma Demokratîk di vî warî de helek hemanên hizr û tevgera ekolojiya civakî dihewîne. Di vî warî de Tevgera Kurd dikare gelek tiştan fêrî xelk û alemê bike di wê mijarê de ka divê em çiqas fedakariyê bikin, heger em dixwazin weke cureyekî li ser rûyê vê erdê hebûna xwe dewam bikin.”

 
 

Îlhama ji Ocalan wergirtî

   

Ji bo nimûneya hevxurtkirin û jihevfêrbûna sendîkayên li Meliktiya Yekbûyî û Kampanya Azadî ji Ocalan re, ango Tevgera Rizgariya Kurd jî, Dr. Thomas Jeffrey Milley îşaret bi argumanên Simon Dubbins dike ku di pirtûka wê bê çapkirin de hatine vegotin: “Dubbins rêveberê sereke yê karên navneteweyî ye û di nava sendîkaya UNITE de jî berpirsê Kampanyaya Azadî ji bo Ocalan e. Ew modela demokratîk konfederal wekî bipêşketineke girîng li aliyê siyaseta çepgir dibîne. Lewma, xelkê di nava sendîkavaniyê de çalak, vê modelê weke derfeteke anîna cem hev a komên cihê ên civakî û seferberkirina wan li dora mijar û pirsgirêkên cihê dibîne. Ew vê yekê weke derfeteke xurtkirina jêhatîbûna tevgera sendîkavaniyê ya ji bo seferberkirina civakî û siyasî dibînin. Li aliyê din di çalakiyan de em vê yekê gelekî eşkere dibînin; di her çalakiya mezin a Tevgera Rizgariya Kurd a li Londonê êdî timî sendîkavan in hene. ji bilî van ji tevgera jinan û ji kampanyaya li dijî krîzmînalîzekirina civakan jî xelk di van çalakiyan de hene.”

Li ser mijara kampanya civakên têne krîmînalîzekirin û elaqeya wan bi kampanyaya Azadî ji bo Ocalan re, Dr. Milley wiha li me vegeran:

Mesela ji endamên delegasyona navneteweyî ya Îmraliyê, profesor Radha D’ Souza ku li zanîngeha Westminster di beşa Hiqûqê de dersê dide, ji vê kampanya li dijî krîmînalîzekirina civaan e li Ingilîstnaê. Ew gelekî baldar e ji bo modela demokratîk konfederal. Gelek kom hene ku Qanûna li dijî Terorê tesîra xirab li wan kiriye. Ev û kêşeyên din dikevin zikhev, endamên civakekê di çalakiyên civaka din de amade ne. Ango jixwe, hûn li pêkhateyên delegasyona navneteweyî ya Îmraliyê binihêrin, hûn ê bibînin, ka Tevgera Kurd û modela demokratîk konfederal çiqasî xwe gihandiye komên cihê.”