ZEYNEP TURGUT / JINNEWS / WAN


Daneyên nû yên der barê tirkîkirina muzîka Kurdî de derdikevin holê. Heta niha bi dehan stranên Kurdî hatine dizîn. Nêrazîbûna ji bişaftin û diziya mûzîk û stranên Kurdî dewam dike. Dengbêj Meryem li ser mijarê got, stranên aîdê herêmên Botan û Serhedê dizîne û got, divê ev yek neyê qebûlkirin. 

Dengbêj Meryem Tuncer diyar kir ku polîtikayên dewleta Tirk yên bişaftinê bi qirkirina çanda Kurdan dest pê kir û got, heta niha Tirkan bi dizîna mûzîka Kurdan çanda xwe dewlemend kiriye û wiha axivi: "Bi salane hikûmeta Tirk her tim bi tirkîkirina mûzîka Kurdî xwestiye çanda xwe dewlemend bike. Her tişta me ji me dizîne. Dewleta Tirk gundên me şewitandin û hûnerê me hîna didize û mîna ya xwe nîşan dide. Destpêkê şal û şapik qedexe kirin. Şal û şapik, kiras û fistan cil û bergên me yên neteweyî ne. Lê dewletê ew li me qedexe kirin û bi vê xwest ku em ji çanda xwe dûr bikevin. Stranên me yên sed salan niha mîna stranên xwe nîşan didin û vê diziya xwe jî wekî afirîneriya xwe nîşan didin. Lê em ji wan re dibêjin diz.”

 

Lorkê jî Melî jî yîn Kurdan in

Meryem Tuncerê anî ziman ku hunermendên Tirk li ser mûzîka Kurd çanda xwe ava kirine û got, ew stranên ku wateya wan nizanin, bila nebêjin û wiha dewam kir: "Strana 'lorkê' heye. Ev stran jî wergerandin Tirkî. Hunermendên mîna Îbrahîm Tatlises ev wekî stranên Tirkî nîşan dan. Ez ji hunermendên Tirk dipirsim gelo wateya strana lorkê çi ye? Lork çi ye? Bila destpêkê bizanin ka wateya wan çi ye, bingeha wê ji ku tê û pişt re bila bêşermiyeke wisa bikin. Meryem Tuncerê di dewama axafitna xwe de got, "Lork strana me Kurdan e. Bi piranî jî dayikên me gava ku zarokên xwe dirazînin ji wan re dibêjin. Gava em diçûn zozanan û me pêzen xwe didotin, me lorik jî digot her tim. Gava ku me şîrê xwe dikir pênîr ava wî jî me germ dikir, jajî jê çêdibû, me ji wê re jî digot lorik. Çîroka bi navê lorîkê jî ew e ku  ciwanek dema evîndar dibe ji heskiriya xwe re straneke wiha dibêje, ‘Lorkê, Lorkê xanimê lorkê kêrê bîne, penîr hûr ke, min qurbana guliyên sor ke’ evîna xwe bi vê kilamê tîne ziman û ev kilam jî heya sala me ya îro de tê. Stranên me dizîne naverok û wateyên van stranan nizanin. Her stran û kilameke Kurdan xwedî dîrokekê ye bêgûman. Bi  dizîna stranên heremên Botan û Serhedê mûzîka xwe dewlemend kirin."

 

Em ê destûrê nedin dizîna çanda xwe

Dengbêj Meryem Tuncerê herî dawî bal kişand ser stranên dizî û got, divê dizîna çanda gelekî neye pejirandin û wiha pê de çû: „Her wiha strana Melî jî dizî ne. Strana Melî jî li ser evîna keçeke kurd ya Dêrgulî ye ku navê wê Melî ye û evîndar dibe. Kesê bi navê Mixê Gewdan ku şahidiyê ji vê evînê re dike, Melî jî ciwaneke qîzeke Dergulî evîndar dibe. Ji wî gundî yekî bi navê Mixê Gewdan heye û şahidiyê ji evîna Melî re dike û vê sitranê dibêje. Em vê yeke qebûl nakin û van dizan bi tundî şermezar dikin. Dixwazin çand û hûnerê Kurdî bikin ya xwe lê heta ku em li ser rûyê erdê bin, em destûrê nadin ku ew hûnerê me bidizin."