
Koma zarokan a ″Em kulîlkên Efrînê″ ya stranan bi hunerê xwe, çanda pêşiyên xwe diparêze û beşdarî hemû çalakiyên li herêmê dibe.
Folkrola Kurdî ji nifşekî derbasî nifşê din dibe û wiha ji nemanê difilite. Zarokên Efrînê jî ji bo parastina çanda pêşiyên xwe, koma stranan a ″Em kulîlkên Efrînê″ ava kir.
Koma ″Em kulîlkên Efrînê″ û komên din ên zarokan li Navenda Çand û Huner a Kantona Efrînê têne perwerdekirin. Koma ″Em kulîlkên Efrînê″ sala 2013′an hat damezrandin û ji 20 zarokên 7-12 salî pêk tê.
Koma ″Em kulîlkên Efrînê″ beşdarî pirraniya çalakiyên li herêmê dibe. Ji bo bipêşxistina hunerê strangotinê ya komê, Navenda Çand û Huner a Kantonê du klîpên ″Îro newroz e û Werin zarokino″ ji wan re amade kirin. Stranên komê ev in: ″Em dimeşin Efrînê, Em kulîlkên Efrînê, Silav li cangoriyan, Perperîkên evîndar û Gundê me″.
ANHA / EFRÎN