EGÎD EREN / KOLN
Tesîra hilbijartinên zordest li çar parçeyên Kurdistanê xwe dide hîskirin. Di bin tehekûma kîjan dewletê de dibin bila bibin, çarenûsa gelên Kurdistanê yek e. Dema ku neheqî li Kurdên Bakur dibe tesîra wê heta bi Başûr, Rojava û Rojhilat jî diçe. Yên ku vê rewşê herî ji nêz ve hîs dikin jî, ew in ku ji welatê xwe derbider bûne û li sirgûnê dijîn. Ciwanên ku pena xwe gihandina Elmanyayê, bang li gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê kir: “Rast e dewletan em li çar parçeyan dabeş kirine, lê dilê me yek e. Li dijî dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye em Kurd yek in. Ji ber vê yekê divê Kurd biçin ser sindoqan û destekê bidin HDP´ê.”
Siberoja Kurdan yek e
Renaw Henen ê 20 salî ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Efrînê ye. Ew dibêje, “Di dagirkeriyê de kesî li dînê me nepirsî. Li wir Kurdên Misilman û Êzîdî hebûn, Xiristiyan hebûn. Lê dijminê dewleta Tirk Kurd û Kurdistan in”.
Renaw Henen got, ew dixwaze HDP di hilbijartinan de bi ser keve, “Ji ber ku siberoja Rojava û ya Kurdên bakur yek e. Li dijî qirrkirina li Efrînê Kurd divê li cem HDP´ê cihê xwe bigirin. Efrîn niha di destê çeteyan de ye, HDP li Tirkiyeyê bi ser keve, ez bawer dikim ev rewş wê bi dawî bibe.”
Bi bîreweriya neteweyî
Erselan Qakil ê ji Başûrê Kurdistanê 30 salî ye, û dibêje, divê dawî li desthilatdariya Erdogan bê. ersalan Qakil wiha dewam kir: “Kurdên Bakur timî hewl didin da ku em bibin netewe, di vê hilbijartinê de jî divê weke netewe em bifikirin û biçin ser sindoqan. Bila dijmin bizane ku beramberî êrişên li dijî Rojava û Başûr, kîna Kurdan her diçe zêdetir dibe û li ber vê radibin. Weke bersiveke êrişên wî yên li dijî çar parçeyên Kurdistanê, HDP wê di hilbijartinan de bi rêxistin bibe û li hemberî wî bisekine.”
Hilbijartin wê bibin bersivek
Hewrê Selam ê ku ji bajarê Silêmanî ye jî got, serketina Demirtaş wê bibe serketina Kurdan hemûyan: “Bi HDP´ê, di van hilbijartinan de em ê peyamê bidin dijmin. Hestên Kurdan sax in, zindî ne. Bi wijdanên xwe ew ê di vê hilbijartinê de xwe îfade bikin.”
Serê pêşî netewe tê
Wahîd Xizirî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî got Erdogan hewl dide gelê Kurd bi dînê Îslamê bixapîne û wiha peyivî: “Em di hilbijartinan de êdî bes bi dîn bixapin; em êdî destekê bidin HDP û Demirtaşî. Ma em çima bi dîn herin ser sindoqan. Em jî weke Tirkan li neteweya xwe bifikirin. Li Bakurê Kurdistanê bîreweriya netewe di van hilbijartinan de divê li pêşiya Îslamê bê.”