Hunermendên NÇM’ê yên ji helbestên helbestvanê Kurd Baba Tahirê Ûryan albuma Diwana Dubeytî çap kirî, piştî çapkirina albumê dê konserekê bidin. Hunermendan aşkera kir ku ew ji konserê li benda gel in.

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) piştî ji helbestên helbestvanê Kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Baba Tahirê Ûryan (rûbaî) albuma Diwana Dubeytî çap kir, amadekariya konserekê dikin. Hunermendên NÇM’ê dê şeva 3’yê gulanê saet di 20.30’an de li Dika Moda ya Kadikoyê wê konserekê bidin. Hunermend Serhat Kural diyar kir ku 6 sal berê dest bi amadekariya albûmê kirine. Kural anî ziman ku wan xwest di vê rêwîtiya dîrokê de rûbaiyên Baba Tahirê Ûryanê Hemedanî bikin stran û dîrokê bi muzîkê bînin ziman û got: “Piştî hezar salan bîranîna hunermend û helbestvanê Kurd Baba Tahirê Ûryan a bi vî rengî ji bo me kêfxweşî ye. Me xwest qada muzîkê bi berhemên Baba Tahîrê Ûryan dewlementir bibe. Me li ser berhemên wî 13 stran amade kirin.“ Kural aşkera kir ku rol û rista Baba Tahirê Ûryan a di çand û wêjeya Kurdî de jî pir girîng e û axivî: “Îro gelek kes Baba Tahirê Ûryan nas nakin. Me xwest hest, raman û berhemên Ûryan bi rêya stranan bi nifşên nû bidin nasîn, dîrokê û îro bi hev ve girê bidin.”

Bi xîreteke mezin berhemeke hêja

Kural da zanîn ku bi vê berhema wan re êdî 13 berhemên Ûryan di arşîva muzîka Kurdî de cihê xwe digirin û wiha pê de çû: “Ev berhem xebata 6 salan e. Baba Tahirê Ûryan di nava civaka Kurd de pir nayê nasîn. Wek NÇM kar û peywira me ya sereke ew e ku em rewşenbîr, dîroknas û weşanên xwe yên giranbuha dîsa ji nava rûpelên sedan salan derxin ser rûyê erdê û ronî bikin.” Hunermenda NÇM’ê Zelal Gokçe jî anî ziman ku dê yekem konsera albuma Dîwana Dubeytî pêk bînin û got: “Ji ber ku ev gava yekem e, tevlêbûn û eleqe gelekî girîng e. Em dixwazin pênaseyeke paş bikin. Em li benda hemû gelê xwe û hunerhezan ne.” Hunermend Nurcan Degîrmencî jî dest nîşan kir ku ew dê di 3’yê Gulanê de li Dika Moda ya Kadikoyê konserekê bidin û bang li her kesî kir ku tevlî konserê bibin. 


DÎHABER/STENBOL