HDP û partiyên din ên Kurd diyar kirin ku êrişên artêşa Tirk di asta dagirkeriyê de ne û li dijî vê wan bang li sazî û raya giştî ya navneteweyî kir.

HDP’ê û partiyên Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û gefên êrîşê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwarin li Amedê bi rengekî hevpar daxuyaniyek da. Ozan Kardaş ê ji PDK-T’ê daxuyanî bi Kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de partiyên Kurd got, “Mafê miletê Kurd e, weke hemû miletên din ku statuya xwe ya siyasî li gorî daxwaza xwe pêk bîne. Tişta eşkere ev e ku derdê Tirkiyeyê ne ewlehiya sînor an jî herêma ewlehiyê ye. Heke wisa bûya ji pêşniyaza dewriyeya hevbeş ya li ser sînor re wê bigotana belê. Jixwe Tirkiye endamê NATO’yê ye û parastina ewlehiya sînorên wê di berpirsyariya NATO’yê de ye jî. Lewma pirsgirêka ewlehiya sînoran li Tirkiyeyê nîne.”

Partiyan got, Tirkiye li ser xeta Efrîn-Qamişlo-Şingalê hesabên dagirkeriya mayînde dike û bi diyarkirina van xisûsên li jêr helwêsta hevpar li dijî dagirkeriyê diyar kir:

Ji dagirkeriyê re bibêjin NA!

  • Em dagirkeriya dewleta Tirk û dewleta Îranê ya li Heremê Kurdistan û Rojava şermezar dikin. Divê dawî li vê dagirkeriyê bê anîn û leşker bên vekişandin. Şer û dagirkerî ne çareserî ye. Em bang li van hêzan dikin. Pirsgirêkan di zemîneke aştiyane û demokratîk de bi muxatebên Kurdistanî re çareser bikin. Dev ji rê û rêbazên hatine ceribandin û encam ji wan nehatiye standin, berdin.
  • Di serî de em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Konseya Ewrûpayê (CE), Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê (EU) û rêxistinên navneteweyî dikin ku wanên dixwazin axa Herêma Kurdistan û Rojava dagir bikin, hişyar bikin.
  • Em ji gelên Tirkiye û Îranê, ji gelên herêmê, kesên demokrat û ji raya giştî daxwaz dikin ku li hemberî van hewlên dagirkeriyê, bibêjin NA; ji şer û dagirkeriyê re NA!.
  • Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwedî li destketiyên her çar parçeyên Kurdistanê derkevin. Heke em bi çavekî Kurdistanî xwedî li destketiyên her çar parçeyên Kurdistanê dernekevin, em hemû wê bi bin bikevin. Roj ew roj e ku em ji destketiyên her çar perçeyên Kurdistanê re bibêjin; yên me ne.
  • Daxwaza me ji çapemeniya Kurd e; di vê pêvajoya hestiyar de dev ji geşkirina pirsgirêkên hizbî yên partiyên Kurdistanî berdin. Çapemeniya Kurdî divê hewla piçûkkirina pirsgirêkan bide, ne mezintirkirina wan.”

Partiyên ku ev daxuyaniya hevpar dayî , HDP, DBP, DDKD, KCD, PIA, KKP, PDK, Partîya Azadî, PDK-T ne.

 

 AMED