Civaka Îslamî ya Kurdistanê di navbera 2-4’ê Mijdarê de 7. kongreya xwe bi rê ve bir. Di kongreyê de bûyer û guhertinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatin nirxandin û ev tespît hate kirin: “Li ser mîrateya berê, li gorî şert û mercên nû, em neçar in hem bi rengekî dînî hem jî neteweyî vê pêvajoya dîrokî pêşwazî bikin.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), pîvanên gerdûnî, mafên mirovan, demokrasî û azadî weke ‘cewhera’ Îslamê û olên din pênase kir û got, wê van nirxan derxînin pêş. Ji azadiya civakî heta mijarên ekolojî, azadiya jinê û têkoşîna li dijî kapîtalîzmê gelek tespît jî hatin kirin

Li dijî yekrengiyê

Di kongreyê de hate ragihandin ku li dijî feraseta koleker, ew Peymana Medîne esas digirin û li dijî tekperestiyê, ew pirrengiyê dixwazin. CÎK´ê diyar kir, bi esasgirtina vê peymanê re divê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên civakî werin çareserkirin û ji bo aştiyê bang kir.

Di kongreyê de, kes û hêzên bi navê Îslamê mirovên sivîl û bê guneh dikujin, weke dijminê Îslamê hatin binavkirin û ev feraset û helwêsta wan bi tundî hate şermezarkirin. Civakê destnîşan kir ku li gorî feraseta wan, bawerî û olên cuda divê karibin bi rengekî azad bijîn.

Li dijî asîmîlasyonê

Wekî din hate gotin, Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi her awayî nîjadperestî û asîmîlasyonê re dike û li ber otoasîmîlasyonê radibe. Di kongreyê de hate diyarikrin, ew perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî diparêzin û di mijara mafên jinan de jî di encamnayê de hate gotin, “Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê maf, wezîfe û berpirsyariyê ve jin û mêran weke parçeyên wekhev ên heman hevgirtinê dibîne, têkoşîna jinê jî weke qada herî girîng a têkoşînê dibîne.”

CÎK´ê her wiha tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî kir. CÎK´ê  herî dawî bang li seyda, şêx û alimên li Kurdistanê kir ku xwe nêzî Erdogan ê zalim nekin, lê xwedî li gelê Kurd ê mezlûm derkevin.