Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê KJK’ê got, ”Di demekê de ku dinya tev li dijî belayê vîrûsa koronayê têdikoşe, desthilatdariya qirêj a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan şer dike û em bang li hêzên demokratîk dikin ku têkoşîna li dijî qirkirinê mezin bikin.”
Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:
”Faşîzma AKP-MHP’ê êrişên şerê taybet ên topyekûn zêde dike. Êrişên faşîst ne tenê bi komkujî, girtin, tecrîd, êşkence, birçîbûn, şer û kuştinê tê kirin, di heman demê de heqareteke giran li civakê tê kirin, dest diavêjinê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dema vîrûsa koronayê ji xwe re kiriye firsend, bi hiqûqeke dijminane ya bêsînor li dijî Kurdan şerê qirkirinê dike. Dewleta talanker ev hiqûqa dijminane gihandiye asteke bilindtir û karmendên xwe yên talanker, dizek, tecawizkar û mêtinger li şaredariyên gel bi cih dike. Herî dawî karmendên xwe li 5 şaredariyên din bi cih kir. Li dijî Kurdan bi hiqûqa dijminane tevdigere. Ya ku di 15’ê Gulanê de li 5 şaredariyên gel hate kirin, qirkirin e, zilm e, darbekarî ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hebûna xwe dispêre dizî, talan, mafya û çetetiyê, bi vî rengî hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Ev rastiya xwe careke din raxistiye pêş çavan.
Kes wê vê hiqûqa dijminane qebûl neke, ku niha li her derê li dijî Kurdan weke parçeyek ji konsepta tasfiyeyê tê meşandin û li dijî hilbijartiyên bi hilbijartina demokratîk ji aliyê gel ve hatine wezîfedarkirin, tê bikaranîn. Divê gelê me bêje; em mêtingeran, dizan, talankeran, tecawizkaran li bajarê xwe, li navçeya xwe naxwazin! Divê helwesta xwe hê bi xurtî nîşan bide.
Li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku demokrasî avêtiye nava sergoyê dîrokê, ji bo derseke dmeokratîk bê dayin em li her cihî û li her qadê piştgiriya hev bikin. Em dibêjin, hêzên sosyalîst û antîkapîtalîst, jin, femînîst, ekolojîst divê îro li ber qirkirinê rabin, ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û azad her kes têkoşînê mezin bikin.”
ANF/BEHDÎNAN