HAWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GERMIYAN / ROJNEWS / XURMATÛ


Berpirsê yek ji komên xwebexşan ên ku li dijî dagirkeriya hêzên Heşdî Şabî têdikoşin, got, ji bo xaka xwe ji dagirkiriyê rizgar bikin ew derketine, û her wisa îşaret bi pê dike ku ew li dijî Heşdî Tirkmen şer dikin.

Piştî bûyerên 16 Cotmehê, xelkê Xurmatûyê, mîna di şerê dijî DAIŞ’ê de bû, çend komên çekdarî yên ji xwebexşan, ji bo li dijî dagirkirina Xurmatûyê şer bikin, ava kirin. Berpirsekî yek ji wan komên xwebexşên Xurmatûyê ku navê Hêza wî Hêzên Rizgariya Kurdistanê ye, Ferhan Îbrahîm, têkildarî armanc, kar û planên xwe peyivî.

 

Hûn kî ne, em dikarin koma we baştir nas bikin?

Em Hêzên Rizgariya Kurdistanê ne û ji xelkê Xurmatû û Kerkûkê pêk tên. Em komeke xwebexş in û ji bo xaka Xurmatûyê ji dagirkeriya zilmê rizgar bikin û careke din bikin yê xwe û jiyaneke aram bi dest bixin, her wisa ji bo ji şer, kuştin û êşan rizgar bibin, dixebitin.

 

Hûn xwebexş in, çek û cebilxaneyê kî dide we?

Em bi çekên xwe û guleyên xwe li dijî dijminan dicengin. Ti aliyek piştgiriya me nake, yên ku piştgirî û alîkariya me dikin, xelkê qehreman yê Xurmatûyê ye. Xelk hem çekan, hem cebilxaneyê û hem jî pêwîstiyên din dide me. Ew çekên ku niha li gel me jî yên me ne, ne yên ti aliyan in. Beriya niha ji ber şerê DAIŞ´ê û Heşdî Şabî, di hemû malên Kurdên Xurmatûyê re çekek hebû.  


Hûn dikarin bibêjin, gelo hêjmara hêza we çi ye?

Em nikarin hêjmara xwe eşkere bikin. Ji ber ku em hêzeke xwebexş in û çavê dijmin li ser me ne.

Belê xwebexşên me yên li Kelar, Kifrî, Çemçemal, Silêmaniyê jî hene. Kengê bê xwestin ji bo bi dagirker û neyarên Kurdan re şer bikin, ew amade ne û wê beşdar bibin.

 

Hûn çawa nêzî hemû hêzên Heşdî Şabî dibin?

Em li dijî Heşdî Tirkmen şer dikin. Ne ku li dijî Heşdî Şabî. Ji ber ku yên wêrankarî û xirabkarî kirine tenê Heşdî Tirkmen in. Em Kurd li Xurmatûyê her tim berxwedêr bûn û heta kesekî zirar nedaye me, me şerê wî nekiriye. Dema me şer jî kiriye ji bo tolhildanê me kiriye. Mirov dema çêdibin, du dayîkên xwe hene. Ya yekê dayîka ku mezin dike û şîr didiyê, ya din jî xaka wî ye. Lewma, em niha şer dikin da ku xaka xwe ji destê wan xwînmijan derxin û bixin destê xwe. 

 

Beriya 16’ê Cotmehê jî hinek kiryarên terorîstî hebûn, ew ji aliyê kî ve dihatin kirin?

Xurmatû bajarê bihevre jiyanê yê neteweyan e. Niştecihên xwe zêdeyî 180 hezarî ne. Ji van, 70 hezar Kurd e. Beşek ji karên terorîstî yên li Xurmatûyê hatine kirin, karê Heşdî Tirkmen bûn. Karekî wisa dikirin ku li bajarok sed kes dikûştin û digotin ev karên terorîstî Kurd û Erebên Sunî dikin. Lê, niha ne Kurd ne jî Erebên Sûnî li nava Xurmatûyê nemane. Ji ber vê derket holê ku ew tiştên ku li wir dihatin kirin û heta xwekujî jî wan bixwe dikirin.

 

We heya niha kariye ku herêmek ji bin destê Heşdî Tirkmen rizgar bikin?

Me heya niha li Xurmatûyê ti herêmek ji bin desê Heşdî Şabî rizgar nekiriye. Lê, liv û tevgera me hebû. Dema bi pêş ve hatine û zêdegavî kirine, em bêdeng nemane û me bersivê daye, qebûl nekiriye û em ê qebûl jî nekin.

 

Pêwendiya we bi komên din yên xwebexş yên herêmê re heye?

Li gel komên din yên xwebexş û hêzên pêşmerge jî pêwendiyên me hene. Dema Heşdî Şabî êrişê komeke xwebexş bike, em jî nasekinin û wisa temaşe nakin. Dibe ku piştgiriya wê komê jî bikin. Heta eger li hêzên pêşmerge jî bidin em qebûl nakin û piştgiriya wan dikin.

  

Têgotin ku MÎT’a Tirk û pasdarên Îranê jî li nava Xurmatûyê hene, gelo zanyariyeke we li ser mijarê heye?

Yên Heşdî Tirkmen bin yan MÎT’a Tirk e yan jî pasdarên Îranê ne û pêwîst nake tiştekî din bibêjin. Min beriya niha jî got, Heşdî Tirkmen her tişt li dijî Kurdan kiriye û ev jî bi rêbertiya van herdu hêzên faşîst, xwînmij û dagirker kiriye .

 

Hûn li ser îdîayên topbarankirina Xurmatûyê çi dibêjin?

Çekên li gel me heyî BKC, Keleşnîkov û RPG ne. Heger çekên giran li gel me hebûna, me dê şerekî baş bi wan bikira. Heşdî Tirkmen bixwe bi hawanên 20 mm topbarana bajarokê Xurmatûyê dike û paşê jî xwebexş û pêşmergeyan tawanbar dike. Em çawa dikarin li cihekî ku li her derê hêz hatibe bicihkirin û heta nêzî bajarok jî bomberduman bikin. Paşê wê rojê li Silêman Beg dane û paşê jî em tawanbar kirin. Eger ne Heşdî Tirkmen bi xwe be, kî dikare biçe Silêman Beg li Heşdî Şebî bide.  


Hêzên Rizgariya Kurdistanê wê piştî kontrolkirina Xurmatûyê jî bimînin?

Hêzên Rizgariya Kuridistanê, wê karê xwe dewam bikin û piştî kontrolkirina Xurmatûyê jî wê xebatên me yên ji bo rizgarkirina gelê me dewam bikin. Li kuderê pêwîstiya gel bi me hebe, em ê li wir bin û li dijî dijmin û dagirkerên gelê me şer bikin.