Hêzên YPG/YPJ'ê yên bi azadkirina navenda bajarê Kobanê re li dijî çeteyan dest bi operasyonê kirin, li eniya rojhilat bi lêdana derbên giran her bi pêş ve diçin. Bi azadkirina gundê Bexdikê re hêzên YPG/YPJ'ê xwe nêzî Girê Spî (Tel Ebyad) kirin. Ji fermandarê YPJ'ê Sorxwîn Zagros got, "Divê were zanîn ku berê tivinga me wê her tim li hêzên paşverû yên faşîzmê li ser gelê me ferz dike, be."

Ji fermandarên YPJ'ê Sorxwîn Zagros ku bi xwe jî di operasyona azadkirina gund û gir de cih girt, mewziyên berxwedanê ziyaret kir. Fermandara YPJ'ê rewşa dawî ya li eniyan vegot.

Fermandar Sorxwîn Zagros destnîşan kir, ku rêhevalên wan ên di berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dan, ji bo wan nirxa herî mezin in. Fermandar Zagros anî ziman ku bi sonda 'heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê mewziyên xwe neterikînin' wan li eniya rojhilat çete ji Kaniya Kurdan derxistine û piştre ji gundê Alîşarê dest bi Pêngava Paqijkirinê kirine û xwe gihandina gundê Bexdikê.

Zagros got, "Şervanên YPG/YPJ'ê yên xwedî ruhê fedaî yê Rêber Apo, girê herî stratejîk ê herêmê yê ku çete bi doçka û çekên giran lê bicih bûbûn, di 15'ê Sibatê de ku rojek ji bo gelên Kurdistanê rojeke reş e, bi lêdana derbên giran azad kirin" û destnîşan kir ku di azadkirina gir de par û rola herî mezin a rêhevalên wan ên jiyana xwe ji dest dane ye.


'Emê çeteyên hov biavêjin'

Zagros diyar kir ku niha li eniyên din ên Kobanê jî cih li çeteyan hatiye tengkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me beşeke mezin a kadroyên sereke yên DAIŞ'ê li navenda bajarê Kobanê tine kirin. Yên mayî jî ji gundiyên bi zorê ji derdorê komkirine pêk tê. Ev gundî hem bi zorê tevlî şer tên kirin hem jî ji ber ku tecrûbeyên xwe yê şer nîne, li gelek deveran bêyî çekê biteqîne direvin. Li eniya başûr jî çete bi rêbazên cuda êrîş dikirin lê belê her carê ji hatina xwe poşman dibûn. Hêzên leşkerî yên YPG/YPJ'ê ji ti hêzên dijmin natirsin û wê ti carî bi paş ve gavê neavêjin. Li pêşiya me gundê Serzorî heye. Hevalên me yên leheng, Dibistana Serzorî kirin keleha berxwedanê. Me sond xwarin ku em ê xeyalên wan hevalên xwe bicih bînin. Em ê çeteyên hov ji gundê Serzorî derxînin."


'Hêzên paşverû hedefa me ne'

Zagros anî ziman şerê wan ê li dijî çeteyan, ji bo hemû gelên Asûrî, Suryanî, Tirkmen, Azerî, Elewî, Êzidî, Fars, Acem, Ereb û Kurdên li xaka lê dijîn e. Zagros diyar kir ku ew dixwazin jiyaneke azad û wekhev a van hemû gelan ava bikin û got, "Ji bo parastina nirxên hemû gelan, ji bo afirandina civakeke exlaqî û polîtîk, çi ji destê me bê em ê bikin." Zagros di dewama axaftina xwe de got, "Divê were zanîn ku berê tivinga me ê her tim li hêzên paşverû yên faşîzmê li ser gelê me ferz dike, be. ev yek soza me ya ji bo gelan e. Heta azadkirina xaka xwe, gelên xwe û rêberê xwe têkoşîna me wê dewam bike."



OMER ÇELÎK/FERHAT ARSLAN/ANHA/KOBANÊ