Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku piştî temamkirina qonaxa 4’an li derdora Reqayê wê tiştek di destê DAIŞ’ê de nemîne û got, “Endamên DAIŞ’ê yên li derve mane yan wê tine bibin yan jî biçin navenda bajêr. Ji bo vê jî DAIŞ di zikratan de ye.”

Qonaxa 4’an a Xezeba Firatê ya bi pêşengiya YPG’ê ya QSD’ê ku bi desteka Koalîsyona Navdewletî ya bi lîdertiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) beriya niha bi 5 mehan dest pê kirî, dewam dike. Qonaxa 4’an bakurê Reqa, Geliyê Celabê vedihewîne. Li vî geliyî 2 nehiye û 20 gund hene. Şervanên QSD’ê niha di heman demê de li 3 bereyan şer dikin. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed ji ANF´ê re peyivî, diyar kir ku hemû qonaxên heta niha ji hêla hedef, berfirehî û demê ve, weke ku wan plana wan girêdabû, pêk hatiye û got, DAIŞ a ku ji bo temenê xwe dirêjtir dike, diperpite, serî li her rêbazî dide, lê belê ew ê ji encama dawî nikaribe xwe xilas bike.

Qezayeke êşûazardar

Cîhan Şêx Ehmed li ser pirsa li ser qezaya li Tebqayê got, “Di şer de qezayên wiha dibin. Em operasyona ku rîska qeza û windahiyan ji holê rake, mînîmîze bike bi rê ve dibin. Li gel vê jî, qezayên êşdar ên ku nayên xwestin pêk tên. Lêpirsîn hate destpêkirin û didome, ji ber wê mirov behsa kitekitan bike, ne rast e. Em di her mijarê de zelal in. Em ê encamên lêpirsînê bi raya giştî re par ve bikin.”

Reqa ketiye menzîla me

Li ser pirseke din jî, fermandar Cîhan Şêx Ehmed got, “Hêzên me doh (pêr) 2 taxên Tebqa kirin bin kontrola xwe. Ev hewldana vê qad, herêm, gund û bajarokan parçeyek ji wê armanca me ye ku em hemû xaka Sûriyê ji DAIŞ’ê pak bikin.

Me bi hezaran kîlomtereyên ku dikevine herêmên Rojhilat, Rojava û bakurê bajêr de azad kirine. Jixwe beriya ku ev qad werin azadkirin Reqa nikare were azadkirin. Hedefa dawî ya ji bo Reqa wê li demeke dirêj berbelav nebe.

Em bala xwe didine du tiştan: 1-Parastin û ewlehiya sivîlan; 2- Bi windahiyên kêm gihaştina armancê.

Dikarim vê bi zelalî bibêjim, di qonaxên heta niha de di dema hatî diyarkirin de em gihaştin hedefa xwe. Bi ser de, di qonaxa pêşî de me zûtir jî hedefa xwe pêk anî.”


Dor li Reqa hat girtin

Ji bo rewşa dawî ya eskerî ya li Reqayê jî Cîhan Şêx Ehmed îşaret bi qutkirina rêya Dêrazorê jî kir û wiha peyivî: “Me rojhilatê Reqa bi temamî xiste bi kontrola xwe. 

Bi pêngava dorpêç û azadkirina Tebqayê re, dema ku rêya Tebqa-Reqa û Reqa û Şamê hat kontrolkirin, hemû rêyên çûnûhatinê hatin birîn.

Êdî ji anîna hêz, cebilxane û lojîstikê mehrûm e. Reqa ji çar aliyan ve hatiye pêçan. Destpkê me plan dikir ku ji sê aliyan ve dorpêç bikin. Di operasyona rizgarkirina Tebqayê de bi azadkirina gundê Safsafahê ji çar aliyan ve hate pêçan.”

Hildana tola jinan 

Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed zilma çeteyên DAIŞ´ê li jinan û nexasim jî êsîrkirina jinên Şengalî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Belê ji bo hildana tola di serî de jin û zarokên Êzîdî ji bo hemû jinên Sûriyê û dinyayê me da despêkirin ev operasyon. Ji ber ku DAIŞ’ê êrîş bi ser kû ve biribe li wir bi hişmendihya ku xenîmet e, dest li ser jinan danî. Jinên Êzîdî yên ku li Şengalê hêsîr kirin anîn li bazarên Reqayê firotin. Ev jî şerma sedsaa 21’ê ye. Me xwest em vê şermê pak bikin. Ji bo vê jî me gotibû em Pêngava Xezaba Firatêweke pêngava tolhildana jinan dibînin. Pêngava Xezaba Firatê di heman demê de pêngave derblêxistineke îdeolojîk a li DAIŞ’ê ye.”

Cîhan Şêx Ehmed wekî din da zanîn ku di operasyonê de heta niha 137 jin û zarokên Êzîdî ji dest DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û wan ew kes gihandine malbatên wan. Şêx Ehmed li gotinên xwe zêde dike ku hîna di destê DAIŞ’ê de bi sedan, hezaran jin hene ku divê werin azadkirin û azadkirina wan erka wan e.

Yan wê tine bibe yan jî teslîm

Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed ji bo armanca qonaxa 4’an a hemleyê jî got, “Armanc ew e ku gundên dawî yên Bakurê Reqa ji dest DAIŞ’ê werin standin. Ev qonax her wiha weke destpêka şerê bajêr jî dikare were dîtin. Ji ber ku piştî vê qonaxê êdî li derdorê di destê DAIŞ’ê de tiştek namîne.

Xala din ya girîng a vê qonaxê ew e ku hêzên me di heman demê de ji sê bereyan ve li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Li Dêrazorê, Tebqa û Geliyê Celabê li bakurê Reqayê.

Bi vê qonaxê de endamên DAIŞ’ê yên mayî yan wê tine bibin yan jî vekişin û biçin navenda bajêr. Ji ber vê jî ev zikratên wê ne.”

Tirkiye bila weke ku cîran e rabe û rûne

Di dawiya hevpeyvînê de Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed  îşaret bi êrîşên Tirkiyeyê kir û got, “Tirkiye ji destpêkê ve dixwest tevlî operasyona Reqa bibe û li Sûriyê heldana dagirkeriyê berfirehtir bike, li deverên ku dagirkirî jî bi rengekî mayine bimîne. Hêzên Navdewletî QSD tercîh kirin ku ji zarokên Sûriyê pêk dihat.

Binihêrin Tirkiye welatekî cîran e. Heta niha em li gorî têkilî û hiqûqa cîrantiyê çûn. Em li gorî normên navdewletî çûn û me ji hurmetdayina xwe kêm nekir. Lê Tirkiye kete xakên Sûriyê, êrîş bi ser cihên me yên leşkerî, bi ser gelê sivîl de êrîş anî û tim em tûj kirin û zor li me kir ku em şer bikin. Me tim xwe ji vê dûr xist. Ti ziyana me negiha Tirkiyeyê. Em ji Tirkiyê jî hêvî dikin ku li gorî van hiqûqan sînorên me nebezîne, planên gemarî neke.

Ez dubare dikim; em girêdayî têkilî û hiqûqê cîrantiyê ne. Em vê ji Tirkiyê jî hêvî dikin.” 



 ANF/REQA