Biryara li dijî 3 rêveberên PKK´ê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê Kurdistaniyan bi çalakiyan nerazîbûna xwe îfade kir û peyama em ê êrişan pûç bikin, dan.    

Gelê Kurd li dijî biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ku xelat danîbû serê sê pêşengên PKK´ê, doh jî li meydanan bû. Li Dêrik û Serîkaniya Rojavayê Kurdistanê, şêniyên bajêr û li Mexmûrê jî ciwanan xwepêşandan li dar xist.   

Xelkê Dêrikê li Qada Azadî kom bûn. Di destê xwepêşandêran de sûretên Ocalan û Murat Karayilan, Duran Kalkan û Cemîl Bayik hebûn. Xwepêşandanê bi meşê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina biryara Emerîkayê li dijî dagirkeriyê û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Meş li Meydana Şehîdan a navenda bajarê Dêrikê veguherî mitîngê.

Dewama komployê ye

Di mitîngê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebîd got, ew ti carî derfetê nadin ti kesî ku destên xwe dirêjî xaka wan bikin û biryara wan heta dawiyê berxwedan e. Ebîd wekî din got, biryara Emerîkayê li dijî her sê pêşengên tevgera rizgariya Kurdistanê, dewama komployên li dijî gelê Kurd e û wiha peyivî: “Hemû dewletên desthilatdar dixwazin bazirganiyê li ser xwîna gelê me bikin da ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin. Her sê pêşengên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê di dilê gelê Kurd û gelê azadîxwaz de ne.“

Li rex gelên azadîxwaz bisekine

Pêkhateyên Serêkaniyê dagirkeriya dewleta Tirk û biryara DYE´yê bi meşekê şermezar kir. Gelê Serêkaniyê û Zirganê bi alên YPG/YPJ, posterên Ocalan, rêveberên PKK´ê, alên QSD’ê ji ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê, heta Çerxerêya Şehîdan meşiyan.

Li Çerxerêya Şehîdan, meş qediya û li ser navê gelê Serêkaniyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed daxuyaniyek da û got, “Em gelek in ku me ji hemû cihanê re îsbat kiriye ku me ji ti desthilatdaran re serî netewandiye û em ji derveyî berxwedanê ti rêyên din hilnabijêrin.

   

Em îro bi hemû pêkhateyên Serêkaniyê û navçeyên xwe piştgiriya xwe ji bo pêşengên ku rêya azadiyê û demokrasiyê ji me re ronî kirine, diyar dikin. Em ê têkoşîna xwe heta bidestxistina azadiya hemû gelan bidomînin. Em bang li DYE’ê dikin ku li pey dewleta Tirk a dijberê hêviyên gelên herêmê nemeşe, û li rex gelên bindest û azadîxwaz bisekine.”

Biryar li dijî tevahiya gelê Kurd e

Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmur) jî bi meşeke meşaleyî biryara DYE’yê protesto kir. Meşa meşaleyî bi awayekî girseyî li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, heta ber Navenda Çand û Huner dewam kir. Di meşê de pankarta li ser ‘Pêşengên me rûmeta me ne’ nivîsandî, posterên hersê pêşengên PKK’ê û alên PKK’ê hatin hildan.

Piştî meşê li ser navê  Tevgera Ciwanên Mexmûrê, Bedran Yuruk axivî û got, “Em wek ciwan vê biryara DYE’ê bi awayekî tund şermezar dikin. Ev biryar ne tenê li dijî her sê pêşengên partiya me ne, di kesayeta Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye girtin. Dewletên kapîtalîst ên wek Emerîka, Tirkiyeyê ku dixwazin me wek sîxuran bi kar bîne û dixwazin bi rêya pereyan me li hemberî gelê me bi kar bîne. Ji bo vê yekê di kesayeta her sê pêşengên me de ev biryar girtine. Em wek ciwan û gelê wargeha Mexmûrê, heta dilopek xwîna me hebe, em ê li ber xwe bidin û em ê vê biryara DYE’yê ya di kesayeta her sê pêşengên me de pûç bikin.”