Li ser navê malbata Êzîdî Şêx Huseyîn Ulucan got, “ji ber polîtîkayên qirêj sala 1992’an em neçar man cih û warê xwe biterikînin û koçî Ewrûpayê bikin.”
Malbata Êzîdî ji bo zeviyên xwe paşve bigire serî li walîtiya Êlihê da. Der barê mijarê de li ser navê malbata Êzîdî Şêx Huseyîn Ulucan axivî û diyar kir ku wan zeviyên xwe bi emanetî dane eşîra Reşkotan û 3 sal e têkoşîna hiqûqê didin û hê jî venegeriyane gundê xwe.
‘Me gund emanet teslîm kir’
Şêx Huseyîn Ulucan destnîşan kir ku ji 1980´yî û vir ve Ezîdîyan koçî Ewrûpa kir û salên 90’î jî gund ji alî dewletê ve hat valakirin û wiha pê de çû: “Me gund weke emanet teslîm kir. Me bi peyman da wan. Tapuyên me hene. Dema me emanet kir, soz dan me. Soza ‘Hûn kengî vegerin em ê gundê we bidin we’ dan.” Ulucan da zanîn ku sala 2012’an biryara careke din vegerin gundê xwe dan û wiha axivî: “Di Mijdara 2012’an de em hatin bi kesên me gund teslîmî wan kirî re hevdîtin kir. Emanetê me daye wan, me ji wan xwest. Lê mixabin ji me re gotin ‘em gundê xwe nadin we’ Gotin ‘zeviyên girêdayî we, em ê bidin we.’ Dibêjin em ji malan dernakevin. Tapuya gund û hemû malan li cem me heye. Me ya wan got qebûl nekir û me serî li riyên hiqûqî da. Ji Mijdara 2012’an heta niha me daye dadgehê.”
‘Ne li Ewropa, em dixwazin li gundê xwe bijîn’
Ulucan got, li ser Êzîdiyên Qûbînê zextên eşîr, feodal û polîtîkayên zilmê hene û wiha axivî: “Zextên gelek dijwar li ser me hebûn. Zêdeyî 30 salan e ku em ji herêma xwe dûr in. Tenê daxwazeke me heye, ew jî bila gundê me teslîmî me bikin. Daxwaza hemû Êzîdiyan heye vegerin gundê xwe û amadekariyeke wisa jî dikin. Jiyaneke bi aştiyane, wê bandorê li vegera wan bike.”
‘Em dixwazin li ser axa xwe bimrin’
Ulucan daxwaza xwe weha rave kir: “Tenê xeyalê me ew e ku em werin ser axa xwe û bi zarokên xwe re temenê xwe yê mayî bijîn. Bila em li ser axa xwe bimirin. Em dixwazin li welatekî azad û demokratîk bijîn. Em bang li hemû sazî û dezgehên kurdan û raya giştî dikin ku piştgiriyê bide gelê êzidî. Gelek ferman hatine serê êzidiyan, em dibêjin êdî bes e. Em ê weke bira bi hev re bijîn.”