Li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwerêveberiyê bi hemû hêza xwe didome. Her çendî bê gotin ku li navçeyê kes nemaye, li serê her kuçeyekê komek welatî li hev dicivin û li dijî hemû qedexe û êrîşan cihên xwe naterikînin.
‘Em dê Nisêbînê tenê nehêlin’
Dayika Aştiyê ya Nisêbînê Nurê Çetîn, di berxwedana navçeyê de pêşengiyê dike. Ji roja qedexeya li ser navçeyê dest pê kirî, heta niha her roj ji gelê navçeyê re pêşengiyê dike û bi dirûşmên berxwedanê hêzê dide gelê navçeyê. Dayika Nûrê da zanîn ku dewlet ji bo navçeyê bide valakirin, bi hemû êrîşên dijwar bi ser navçeyêde tê û wiha axivî: “Dixwazin bi êrîşan navçeyê hemûyî vala bikin, lê em dê destûrê nedin vê.” Dayika Nûrê aşkera kir ku gel navçeyê neterkîne, dê berxwedan bi ser keve û wiha pêde çû: “Hin kesên ku rewşa Cizîrê dîtin, tirsiyan û ev der terikandin. Îro her kes li malên xwe bûya, dê ev qas qedexe berdewam nekira. Lê dîsa jî her kes li cihê lê rabe serhildanê, dê qedexe dîsa rabe. Divê di serî de Mêrdîn, navçeyên wê Dêrik û Qoser û hemû Kurd rabin. Roj roja berxwedanê ye.”
‘Zarok ji her tiştî fêm dikin’
Welatiya bi navê Perîhan Akan a bi hevjîn û zarokên xwe re li navçeyê dimîne, da zanîn ku êrîşên bombeyî tesîreke mezin li zarokên wan dike û got: “Hemû avahiyên li dora me hilweşandin. Dê dor kêngê bê me, em nizanin. Êrîş gelekî bandorê li zarokan dikin. Her tiştî fêm dikin. Dibêin, ‘em dê mala xwe neterikînin.’ Zarok jî ji tundiyê natirsin.” Akan herî dawî bang li gelê Kurd jî kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Canê me ji kesên li vir dimînin, ne qîmettir e. Em bi mehan tî û birçî jî bimînin, em alîkarî ji kesî naxwazin. Tenê daxwazeke me heye, ew jî yekitî ye. Divê gel bibe yek û ji van komkujiyan re bêje bes e.”
DÎHA / MÊRDÎN