Çalakiyên li Amed, Mêrdîn û Wanê yên li dijî dagirkirina bi qeyûman a şaredareiyan doh jî dewam kir. Li Amedê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî beşdarî çalakiya rûniştinê bû û got, “Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” Di çalakiya li Mêrdînê de jî peyama derketî pêş ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’ bû.

Çalakiya rûniştinê ya HDP’ê li Amedê ya li dijî dagirkirina bi qeyûman di roja 15’an de ye. Di çalakiya roja 14´an a doh de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li gel Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli çû serdana çalakgeran û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Di çalakiyê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meryem Soylu got, “Hûn îradeya xwe teslîmî kesî dikin hevalno? Hûn desteserkirina vîna xwe qebûl dikin hevalno? Hûn binpêkirina mafên xwe qebûl dikin? Heta gelê Amedê, Wanê û Mêrdînê qeyûman dernexin û wan neqewirînin, em ê ranekevin û rûnenên. Em in xwediyê vê axê.”

‘Em natirsin, bêdeng nabin’

Piştre Sezaî Temellî got, “Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Werin, em hemû bi hev re xwedî li vîna xwe û têkoşîna xwe derkevin. Em li dijî qeyûman û vê pergala faşîst têbikoşin û dest ji kolanan bernedin. Em ê dest ji nasname, çand û zimanên xwe bernedin. Yekane tişta di destê wan de ew jî dijminahiya gelê Kurd e. Em ê bi hev re dawî li vê dijminahiyê bînin. Werin em vê siyasetê li her deverê Tirkiyeyê mezin bikin. Em li ku derê dibin bila bibin em ê xwedî li hemû nirx û hebûna xwe derkevin. Em vê zîhniyeta yekperest qebûl nakin. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan li dar xistin û çalakiya îro bi dawî bû.

‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin‘

Berxwedana li dijî dagikirina bi qeyûman a şaredariyê li Mêrdînê doh di roja 14’an de dewam kir. Nobeta berxwedanê li Parka Karayollari ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê pêk tê û Hevserokên HDP’ê yên Bajêr, hevşaredar, parlamenterên HDP’î, endamên meclîsa şaredariyê û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên “Mêrdîn rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Em Bêdeng nabin, natirsin, îteatê nakin” hatin gotin. Bi navê komê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî got, “Yên ku qanûnan binpê dikin qeyûm in. Em ê vê yekê li her deverê bi qêrin bibêjin.”

Kom piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP’ê ya Mêrdînê ve meşiya û wê bi gotina dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.

 

AMED/MÊRDÎN