Heyeta Dayikan: Em ti carî zarokên xwe li zindanan bi tenê nahêlin. Em dayik in. Em destûrê nadin ku zarokên me li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Heta ku hevdîtinên me encamê bistînin, em ê li vir bin. Em ê mizgîniyê bidin zarokên xwe yên li zindanan.
Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guvenê, bi beşdariya 7 hezar kesî dewam dike. Guven ev 148 roj e di grevê de ye, greva Nasir Yagiz ê li hewlêrê kete roja 144´an, a koma yekem a li hepsên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî kete roja 109´an. Çalakiya li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û ya Îmam Şîş ê li Newporta Welatê Galiyan jî di roja 108´an de ye. Ji 1´ê Adarê ve jî bi hezaran girtî li hepsên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger. Li aliyê din çalakgera li Hepsa Şakranê çalakiya fedaî kirî Yonca Akicî pêr li nexweşxaneyê şehîd bû. Li Osmaniyeyê jî girtiyê ji doza PKK´ê Sîrac Yuksek jî çalakiya fedaî kir û şehîd bû.
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ji nava xwe heyetek derxistin da ku bi Wezareta Dadê ya dewleta Tirk re hevdîtinê bikin. Ev heyeta hanê doh berê xwe da paytexta Tirkiyeyê Enqereyê. Lê polîsên vê dewletê, destûr neda ku malbat bikevin nava Enqereyê. Malbat bi saetan in li Golbaşî hatin rawestandin û gava me nûçe ji weşanê re amade dikir jî malbat dihatin astnegkirin. Ji heyetê, xizma girtiyan Afîfe Kartal, diyar kir ku heta bikevin Enqereyê û biçin bi wezaretê re hevdîtinê bikin, ew ê li cihê lê hatina rawestandin, li ber xwe bide.
Em zarokên xwe tenê nahêlin
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bi heyetekê ji bo daxwaza girtiyan bigihînine Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, çûn Enqereyê. Heyeta ku di nav de Dayikên Aştiyê hene, di têketina Enqereyê de ji aliyê polîsên Tirk ve hat rawestandin. Heyeta ji 100 kesî, bi saetan hat rawestandin û gava nûçe dihat amadekirin jî destûra wê ya ketina nava Enqerê nehatibû dayîn. Polîs li Navçeya Golbaşî ya Enqereyê bêyî ku ti hincetan nîşan bidin malbatan radiwestandin. Endamên heyetê bi biryar bûn ku li ber xwe bidin û bikevin Enqerê da ku bi Wezareta Dadê û partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Endama heyetê Afîfe Kartal, nerazîbûn nîşanî astengî û rawestandina polîsan da û got, “Polîsan got ‘bila komek temsilî biçe û yên din vegerin’. Li vir hemû temsîlî hatine. Tu dayik naxwaze vegere Amedê. Polîs dibêjin, ‘Em tu dayikan naxin Enqereyê. Dibêjin, li erebeyên xwe siwar bibin û vegerin’. Heta ku destûrê bidin hemû dayikan, em ê li vir çalakiyê bikin. Em ê li vir heta dawî li ber xwe bidin. Em ti carî zarokên xwe li zindanan bi tenê nahêlin. Em dayik in. Em destûrê nadin ku zarokên me li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Heta ku hevdîtinên me encamê bistînin, em ê li vir bin. Em ê mizgîniyê bidin zarokên xwe yên li zindanan.”
Akici û Yuksek şehîd bûn
Yonca Akici ya li Hepsa Jinan a Tîpa T a Şakranê li dijî tecrîdê 29’ê Adarê çalakiyeke fedaî kir, û bi giranî birîndar rakiribûn nexweşxaneyê, pêr êvarê şehîd bû.
Yonca Akici ya bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ ev 4 sal bûn ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ragirtîbû, 29’ê Adarê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek pêk anî û bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.
Akici ya ji 1’ê Adarê ve di greva bêdawî û nedorveger de bû, li Nexweşxaneya Çigli şehîd bû.
Li Hepsa Osmaniyeyê jî girtiyê azadiyê, Sîraç Yuksek bi armanca protestokirina tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû. Cenazeyê Yuksek birin Saziya Tiba Edlî ya Edene û tê payîn ku malbat û parêzer cenaze wergirin.
NAVENDA NÛÇEYAN