Li navçeyên Botanê wekî Cizîr, Silopî ji ber berwedana li hemberî pergala komkujiyê dibistan asê ne. Li navçeya Şirnex Hezexê xwendekar ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên li navçeyên Cizîr, Sîlopî û Sûrê 35 roj in dibistan boykot kirine û û naçin dibistanan. Li navçeya ku dibistanên seretayî, navîn û lîseyê vala ne, xwendekar bi biryar in boykotê bidomînin. Xwendekara bi navê Dîlber Denker a diçe pola 8’emîn diyar kir ku heta êrîş berdewam bikin dê neçe dibistanê û êdî naxwaze biçe dibistanên Tirk. Denker xwest dibistanên Kurdî bên vekirin û wiha got: “Dema ku êrîşan dibînim, dorpêç bê rakirin jî ez naxwazim biçim dibistanên Tirk.”




‘Êdî em naxwazin’


Denker anî ziman ku li navçeyên ku di bin dorpêçê de ne hevalên wan rastî êrîşan tên û di mehên dawî de li bajarên Kurdistanê ji ber êrîşan êdî daxwaza wê ya çûyîna dibistanê nemeya. Denker ev tişt anî ziman: “Her roj polîs hevalên me qetil dikin. Êdî em naxwazin biçin dibistanên Tirk.” Xwendekara bi navê Duriye Oguz jî anî ziman ku ji ber dorpêçan dibistan boykot kirine û êdî naxwazin zarok bên kuştin. 

Xwendekara bi navê Bahar Îlhan a diçe pola 9’emîn jî anî ziman ku polîs li Cizîr, Sûr û Sîlopiyê zarokan qetil dikin û heta ku li navçeyên qedexe ne, hevalên wan neçin dibistanan ew ê jî neçin. Îlhan bi bîr xist ku ji bo piştgiriya hevalên xwe yên li Cizîrê dibistan boykot kirine. 
Esra Acur a xwendekara pola 8’emîn e jî got ku heta êrîş berdewam bikin dê boykotê bidomînin û wiha axivî: “Niha li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê hevalên me di bin şer de ne. Sibehê ev şer biqede jî hevalên me yên wê derê dê psîkolojiyekî çawa biçin dibistanan. Heta ev dorpêç neyên rakirin em ê jî boykota dibistanan bidomînin.” 


 DÎHA/ŞIRNEX