
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, madem dewleta AKP’ê tenê tinekirin û qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dike, vê çaxê alternatîfa duyemîn dimîne; ev jî bi Şerê Gel ê Şoreşger avakirina Kurdistana Serbixwe ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî û nirxandinên girîng kirin.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de salvagera 12. a Pêngava 1’ê Hezîranê li gelê Kurdistanê, hevrêyan û hemû kedkarên şoreşger pîroz kir û destnîşan kir ku Pêngava 1’ê Hezîranê gaveke deriyê pêvajoyeke nû vekiriye.
Karayilan diyar kir, meseleya wan ne tenê çareseriya pirsgireka Kurd e û got, “Em dixwazin li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn serdemeke nû bidin destpêkirin, pêşiyê vekin li Şoreşa Konfederalîzma Demokratîk a ji bo azadî û biratiya gelan. Eger dewletê xwe nêzî çareseriyê bikira, wê rêya yekemîn a çareseriyê bi rêya diyalog û rêbazên demokratîk bûya. Lê belê eger dewlet xwe nêzî vê neke, Şerê Gel ê Şoreşger wê weke rêyeke din a çareseriyê li pêşiya me be. Di dawiya dawî de, gelê me ne hewceyî mêhtingeriyê ye.”
Alternatîfa duyemîn: Kurdistana Serbixwe
Karayilan got, “Madem dewleta AKP’ê ya bi pêşengiya Erdogan çareseriyê red dike û dixwaze bi zorê hemû nirxên gelê Kurd ji holê rake; wê çaxê alternatîfa duyemîn dimîne; Bi Şerê Gel ê Şoreşger avakirina Kurdistana Serbixwe. Divê em bi perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk, çareseriya xwe bi rengekî serbixwe pêk bînin. Konfederalîzma Demokratîk, şêweyekî çareseriyê ya demokratîk-ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê û jiyana bi hev re ya bi rengekî azad û wekhev a gelan e. Armanca me ev e. Piştî ku dewleta mêhtinger a Tirk a bi pêşengiya Erdogan êrişî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava kir û 24’ê Tîrmehê xwest ‘Plana Têkbirinê’ ya ji bo tinekirina gelê Kurd bixe meriyetê, pirên di navbera me û wan de bêwate bûn. Ji ber vê yekê, em mecbûr in bi rengekî serbixwe sîstema xwe ava bikin. Em dikarin welatê xwe bi awayekî serbixwe, bi perspektîfa konfederal a demokratîk ava bikin. Em ê netewe dewletekê ava nekin, lê em dikarin konfederalîzmê bi rengekî serbixwe ava bikin.”
Nekevin pey bendewariyên nû
Karayilan li ser bi pêşxitina Şerê Gel ê Şoreşgerî jî got, “Bi cewhera xwe ev şerekî parastinê ye, hîn bi rengekî cidî binirxînin. Divê em bi awayekî demkî nêzî nebin. Pêwîst e em nekevin nava bendewariya ‘demeke nû wê destpê bike, agirbest wê bikeve rojevê’. Di rewşa heyî de tiştekî bi vî rengî nîne. Lewma di vê demê de, divê em berxwedanê û Şerê Gel ê Şoreşgerî di asta stratejîk û gelekî cidî de binirxînin. Pêwîst e, em çareseriyê bi vî rengî, bi hêza xwe, bi awayekî serbixwe pêk bînin.”
Xurtkirina berxwedanê
Mûrat Karayilan da zanîn ku şerê li bajaran îro ketiye pêvajoyeke guherînê û got, “Xwenûkirin, bikaranîna rêbazên dewlemend û xwe mezinkirin, hedefek e. Di vê dema nû de li her devera Kurdistanê wê gelê me li ber xwe bide. Eger îro, li her warî di vê astê de têkoşîn û berxwedaneke bi vî rengî hebe, ev yek nîşan dide ku em gelekî nêzî encamê bûne. Şert û mercên encamgirtinê ji her demê bêhtir zêde ne. Sala 13’an a Pêngava 1’ê Hezîranê wê bibe serdemeke ku ji bo encamgirtinê, pêngavên mezin bên avêtin. Li her qadê, pêvajoyeke bi vî rengî ya girîng heye.”
‘Ew ê ji te re nemîne’
Karayilan bal kişand ser zilm, zordarî û terora AKP’ê ya li bajarên Kurdistanê û got, “Piştî ewçend zilm û hilweşînê, radibin ji Sûriyeyê mînakan didin. Sûriyeya çi? Li Sûriyeyê ti bajar bi vî rengî xera nebûye. Li wê derê, tevî ku her du alî li hemberî hev bi çekên giran şer dikin jî, bajar mîna Nisêbîn û Geverê xera nebûne. Bi teknolojiya herî pêşketî bajaran bi temamî xera dikin û bêyî şerm bikin, radibin dibêjin ‘Em şîdeta polîsan a li Fransayê şermezar dikin’. Dikin ku xelk henekê xwe bi wan bike. Gelo te li Kurdistanê çi kir? Te li Kurdistanê li hemberî vî gelî balefir bi kar anî, fosfor bi kar anî, çekên kîmyewî bi kar anî. Hey nemerdo, hey alçaq. Tu kî yî ku radibî bi mirovahiyê dilîzî? Gelo ji te heye, ku ev ê ji te re bimîne? Bêguman wê ji wan re nemîne. Divê her kes bi vê zanibe. Bi van pêkanînan, vê dewletê nîşan da ku ew dijminê vî gelî ye, ji derve hatiye û ev welat dagir kiriye. Bi awayekî vekirî, li hemberî temamiya mirovên li vî welatî rabûye.”
Karayilan destnîşan kir, ku pêwîstî pê nîne tiştek ji dewletê bê xwestin û got, “Ya divê em bikin; bi rengekî serbixwe pêvajoya avakirinê em pêk bînin. Pêwîstî bi çi hebe, divê em bi xwe peyde bikin.”
Pêngava gerîla wê mezintir bibe
Mûrat Karayilan diyar kir, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê îro di serdemeke girîng de ye û ev nirxandin kir: “Divê her kes ji aliyê xwe ve fedekariyê bike. Şoreşa gel bi gel dibe. Bêguman wê gerîla bi rola xwe rabe. Niha biharê nû destpê kir; derfetên tevgerê nû afirîn; pêngava gerîla wê mezintir bibe. Ev rast e, lê divê tevlîbûna gel jî çêbibe. Şert û mercên heyî, ji bo me şensekî dîrokî ye. Rewş her tim bi vî rengî nabe. Mêhtingerî her tim bi vî rengî qels nabe. Lê niha qels e û em di demekê de ne ku em karibin bi ser bikevin.”
Banga tevlîbûnê
Karayilan got, îro roj, YPS li bajêr têkoşînekê dimeşîne û ji niha û pê ve rêbazên têkoşînê wê zêdetir bibin û weha bang li ciwanan kir: “Pêwîst e ciwan tevlî vê têkoşînê bibin. Wekî din, divê tevlî nava refên HPG’ê bibin. Ev dem demeke bi vî rengî ye. Banga min li ciwanên Kurd ew e; bila ji xwe re rê û rêbazekê bibînin û xwe bigihînin nava refên gerîla. Ev dem dema meşa azadiyê ye. Ev dem dema serketina me ye.”
Ew ê hesab bidin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirk gelekî tengav bûye û got, “Eger îro Erdogan ji bo hilweşandina Nisêbîn, Gever, Cizîr, Sûr û Şirnexê fermanê dide, ev yek ne ji ber bi hêzbûna wan e, lê ji ber qelsiya wan e. Ew êdî qels û lawaz in; dizanin ew ê têk biçin. Ew dixwazin bi vî rengî çavê gelê me bitirsînin û pêşiyê li têkçûna xwe bigirin. Lê êdî nikarin gelê me bitirsînin. Ew ê nikaribin ji encama rû bide birevin, ew ê nikaribin herikîna dîrokê rawestînin û ew ê hesabê ji wan tê xwestin, bidin. Wê nikaribin ji hesabdayîn birevin. Bi kurtasî, ev hovîtiya dikin, ne ji ber bihêzbûna wan e, ji ber rewşa wan a xitimandî ye. Naxwe eger dewletek ne xitimayî bûya, wê çawa karîbûya bajarekî 150 hezar kes lê dijîn bi temamî xera bike! Xuya ye hêza wê nemaye rêyeke din bibîne. Ji ber vê yekê hovîtî tercîh kir, hemû gel da ber xwe. Lê belê bi vê hovîtiyê, ew nikarin sîstema xwe li Kurdistanê bidin rûniştandin. Dewleta Tirk îro li Kurdistanê bi tenê di nava qereqolên mîna kelehan de, di nava tank û panzeran de heye. Wekî din li derve li cihekî din nîne. Yanî dewleta Tirk di nava zirx û kelehan de xwe temsîl dike. Ji ber ku ew xerîbê vî welatî ne; ji ber ku ew wehşetê li vî welatî dikin, ji ber ku ew dijminatiyê li vî welatî dikin û xwînê dirijînin. Ev ê ji wan re nemîne. Bila her kes bi vê zanibe.”