NPG: “Bi nûbûneke xurt em dest bi sala 41’ê dikin. Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye.Ala Partiyê ya ku şehîdan radestî me kirine wê her tim li ba be.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi daxuyaniyekê salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê welatparêz, malbatên şehîdan, têkoşerên li çiyê, bajar û zindanan, li dost û mirovahiya pêşverû pîroz kir.

Ji bo rojên azad û bi rûmet

Fermandariyê diyar kir ku bi kedeke mezin, fedakarî û berxwedaneke bê eman, Têkoşîna Rizgariya Gel gihiştiye vê astê û got, “Hiş û mejiyê Serok Apo û keda wî ya mezin, ji Hakî Karer heta Delal, Zekî û Atakanan, berxwedana fedayî ya şehîdên me yên leheng û fedakariya mezin a gelê me yê welatparêz ku di her şert û mercî de nîşan da, têkoşîna PKK’ê gihand vê serdemê.”

‘Em ê faşîzmê têk bibin’

NPG´ê diyar kir ku êdî gelê Kurdistanê nema dikare xwe li tecrîdkirina Rêberê xwe ragire û wiha dewam kir: “Di vê demê de ku kêm maye tevgera me bi ser keve, faşîzma ku li pêşberî têkoşîna me ya partiyê nefesa xwe ya dawî dide, gel-kadro-gerîla û hemû hêzên Kurdistanî û hêzên dost, wê bi têkoşîneke hevpar û hevgirtî li dijî faşîzmê bi ser bikevin û faşîzmê têk bibin.”

‘Berê me li azadiyê ye’

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Bi nûbûneke xurt em dest bi sala 41’ê dikin. Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye. Di vê sala têkoşînê de li ser bingeha hewldana xurtkirina gerîlatiya modern a serdemê, em ê ji her demê bêhtir hewl bidin bersivê bidin daxwazên gelê xwe. Em, ku neferên azadiyê ne, ji bo ku armancên partiya xwe PKK’ê di sala 41’ê de bi cih bînin, em ê bi hemû hêza xwe bi erk û wezîfeyên xwe rabin, di meşa serketina bi heybet a dîrokî de em salvegera partiyê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe yên têkoşer pîroz dikin.”

 

ANF/ BEHDÎNAN