Dûran Kalkan diyar kir ku ew bi naverok û pîvanên protokola 1982-83’an ve girêdayî ne û got, “Ev yek dikare ji bo peymana Kongreya Neteweyî bibe referans; eger gavek bê avêtin em ê bi du gavan bersivê bidin.”

Rêber Abdullah Ocalan piştî 21 salan yekemcar 28ʼê Nîsanê bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û der barê hin mijarên rojevê de agahî dan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan peyamên dawî yê Rêber Abdullah Ocalan şirove kir.

Kalkan di şiroveya xwe de qala şert û mercên zindana Îmraliyê kir û anî ziman ku xwediyê pergalê ji fikrên Rêber Apo ditirsin û ji ber vê jî bi tecrîdkirineke şidandî nahêlin dengê Ocalan derkeve. Kalkan destdûrdana dawî ya hevdîtinê bi berxwedana gelê Kurd û şertên konjukturel ên şerê li herêmê ve girê da.

Kalkan li ser karektera dagirker û dijminan, û polîtîkaya dijmin a kurdan bi kurdan bide şikandin weha got:

“Hêzên ku pirsgirêka Kurd afirandine û jê sûdê werdigirin ji bo karibin pirsgirêkê bidomînin polîtîkayên cihêreng dimeşînin, bi zext û êrişên giran dimeşînin. Şerekî psîkolojîk ê ku xwe dispêre her şêwe heqaretê dimeşînin. Bi her rengî komkujî û îmhayê dikin. Bi her rengî zexta aborî, civakî û çandî dikin. Asîmîlasyonê di asta herî bilind de dikin. Polîtîkayên bi heman rengî di çarçoveya qirkirinê de dimeşînin.

Yek ji van polîtîkayan jî polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan e. Ev yek jî weke ‘polîtîkaya kuştina se bi se’ tê pênasekirin. Berê jî polîtîkayên xwe yên bi vî rengî hebûn. Berê jî timî polîtîkayeke wan a bi vî rengî hebû. Îro jî hewl didin vê polîtîkayê di asteke bilindtir de bimeşînin. Rêber Apo gelekî li ser vê polîtîkayê sekinî. Polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan weke ‘polîtîkaya kuştina se bi se’ pênase kir. Got, ‘Bi vî rengî pênase dikin û me bi vî rengî dibînin’. Ev yek polîtîkayeke emperyalîst û mêtinger e.”

Dixwazin Kurdan bera Kurdan in

Kalkan qala hestyariya civakê ya di warê yekîtiya neteweyî de kir, dîsa di vê çarçoveyê de bal kişand ser şerê cîhanê yê sêyemîn ku naveda vî şerî Kurdistan e, û piştî şirovekirineke dirêj a têkiliyên PKK-PDK û partiyên din ên Kurd, Kalkan qala protokola 1982’an bi Îdrîs Barzanî re dike û bi bîr dixe 40 sal di ser re derbas bûne û dibêje; “Protokola 1982’an ya ku Rêber Apo qal dike, belgeyeke Tifaqa Demokratîk û Neteweyî ye ya ku ji 11 xalan pêk tê. Herî zêde hevrê Şehîd Mehmet Karasûngûr ji bo di navbera PKK û PDK’ê de tifaqeke wisa pêk were hewl dida. Bi wesîleya salvegera 37’emîn a şehadeta wî, ez wî bi bîr tînim. Têkiliyên PKK’ê yên bi rêxistinên Kurdan re ava kir. Ev têkilî kir protokolên devkî û nivîskî. Di nav van têkiliyan de tifaqa PDK û PKK’ê derket holê. Çend caran di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê  û Lubnanê de çû û hat. Encamên van hevdîtinan ji Rêber Apo re ragihand. Di dawiya sala 1982’an de ew protokol berbiçav bû. Di sala 1983’an de Rêber Apo û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ev protokol îmze kirin. Di wê serdemê de me bi rêxistinên Kurd û Tirk ên din re jî têkilî û protokolên wîsa ava kir. Li Tirkiyeyê tevî heşt rêxistinên Tirk me ‘Eniya Berxwedana Yekgirtî ya Li Dijî Faşîzmê’ ava kiribû. Li Rojhilata Navîn bi rêxistinên ji Filîstînê re jî hin têkilî û tifaqên me hebû.

Em îro jî amade ne

Heke em qala wê protokolê bikin, em îro jî dikarin wan xalan îmze bikin. Heke rêveberiya PDK’ê qebûl dike, em dîsa dikarin îmze bikin. Ew xal û prensîb girîng in. Li ser çarçoveya demokratîk û neteweyî bû. Tê de qala yekîtiya parçeyan, hevgirtina rêxistinan, pêşveçûna demokratîk a neteweyî ya Kurdan, çareseriya doza Kurdan a li her çar parçeyan dihate kirin. Ji ber ku belgeyeke çil sal berê ye, dibe ku hin têgehên di nav de bêne guhertin. Ji ber ku dinya guherî, Kurdistan guherî, Rojhilata Navîn guherî û li ser vî esasî hin xal hene dibe ku werin guherandin…

Divê ji wan jî were pirsîn

Divê ji rêveberiya PDK’ê, YNK’ê were pirsîn. Divê mirov agahiyê bistîne bê ka wê çawa nêzîk bibin. Ew ê diyar bikin, em nikarin tiştekî bibêjin, helbet em bang dikin, em banga Rêber Apo dubare dikin, em dibêjin em pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bikin… Em eşkere dibêjin, teqez em ne alîgirê wê ne ku şerê navxweyî çêbibe, em ne alîgirê şerekî navbera Kurdan in û xwîn birije.

Bêguman Rêber Apo dibêje, ‘’divê êdî xwîn nerije’’, hin derdorên civakî li ser vê mijarê bang dikin, hestyariyeke girîng heye. Ti kes naxwaze ku xwîn birije û bi vî awayî pirsgirêk çareser bibin.

 

 BEHDÎNAN