Kampanya îmzeyan a bi dirûşmeya “Ji bo mafên mirovan, demokrasî û aştiyê, ji peymana qirêj a bi Tirkiyeyê re hatiye kirin NA! Nirxên demokratîk biparêzin” 4’ê Tîrmehê li paytexta Elmanya Berlînê hat destpêkirin û hîna dewam dike.

Ji pêkhateyên HDK-Ewrûpayê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) Fatoş Goksûngûr, Serokê Federasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) Bakî Selçûk, Hevserokê HDK-Ewrûpa Berlîn-Brandenbûrgê Erkîn Erdogan û li ser navê partiya Rizgariyê ya ji nû ve Sosyalîst Kamer Erkoçak ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kirin û ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwestin li dijî sûcên Tirkiyeyê derkeve û peymanên pê re mor kirî, betal bike.


‘Divê peyman teşhîr bibe’

Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr li dijî peymanên YE yên bi Tirkiyeyê re derket û got, “Bi vê kampanyayê, em dixwazin têkiliyên Elmanyayê yên bi Tirkiyeyê re şermezar û teşhîr bikin. Ji ber ku Yekîtiya Ewropa û Elmanyayê, bi peymana li ser penaberan re, çavên xwe li komkujî û şerê li Kurdistanê girtin e.”

Hevseroka NAVD-DEM’ê got, “em dixwazin ev peyman were betalkirin” û da zanîn, ji bo bidawîbûna vê peymanê wan kampanya dane destpêkirin. Fatoş Goksûngûr bang li saziyên demokratîk ên li Elmanyayê kir ji bo destekê bidin kampanyayê û got, “Weke pêkhateya HDK-Ewropa, di vî warî de wê xebatên me hebin. Ji ber ku ev yek di heman demê de teşhîrkirina şerê li Kurdstanê ye.”

Hevserokê HDK-Ewropa Berlîn-Brandenbûrgê Erkîn Erodgan jî ragihand, wan ji meha Gulanê û vir ve li Berlînê 2 hezar 500 îmze kom kirine û dixwazin raya giştî li hemberî vê peymana li ser penaberan rakin. Berkîn Erdogan destnîşan kir, ku armanca wan betalkirina peymanê ye û got, “Ev peyman hem ji aliyê penaberan ve hem jî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve peymaneke durûtiyê ye. Şert û mercên penaber tê de ne baş nake, berevajî nebaş dike. Ji bo betalkirina vê peymanê, em hewl didin bala girseya gel a li Ewropayê bikişînin ser mijarê.”


‘YE şerê li Tirkiyeyê fînanse dike’

Hevserokê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) Bakî Selçûk jî got, “Ev peyman heta dawiyê destekê dide komkujiyên faşîst ên dewleta Tirk dike. Bi mîlyaran Euro û dolar ji dewleta Tirk re tên dayîn û bi vî rengî şer tê fînansekirin. Em dibînin, dewletên Yekîtiya Ewropayê guh nadin daxwazên bi mîlyonan Kurdistanî û Tirkiyeyiyan.”


‘Komkujiyên Kurdan nabînin’

Ji Partiya Rizgariyê ya ji nû ve Sosyalîst Kamer Erkoçak jî diyar kir, divê kampanya li her cihî bê meşandin û got, “Em neçar in di nava mirovên li Ewropayê, bi taybetî li kolanan hişyariyekê bafirînin. Yekîtiya Ewropa çavên xwe li binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk digire û destekê dide wan.” 


 ANF/BERLÎN