Her kes bi çîroka avakirina dewletên Rojhilata Navîn dizane ka çawa piştî şerê yekemîn yê cihanê bi rastehêl hatin parvekirin. Di 100 salên bihurî de hemû rejîmên hatine ser desthilatdariyê yan bi derbeyên serbazî hatin ser kar yan jî bi derbayên serbazî hatine dûrxistin, rejîmên ne bidestê xwe avakirine û ev rejîm li hemberî gelan bûne polîsên parastina berjwendiyên derve. Nexşeya vê herêmê bi rengêkî hatiye danîn her liv û tevgerêke ji bo maf, azadî û serxwebûnê mîna xiyanetê tê ditîn û bi tapisandinê re rû bi rû dimîne.
Hêzên navneteweyî di nava 100 salên bihurî de bi arteşên xwe ev welat dagir kirin lê piştî salên 90´î êdî dagirkeriya xwe modern kirin. Êdî bi xwe ne li wir in, car û bar bi serdanê tên û diçin lê li her goşeyeke van welatan sazî û akademiyên xwe ava kirine. Êdî tîpeke taybet ji ciwan, jin, dîplomat, medya, sazî û heta aliyê derûnî ava kirine ku bi tevahî civak ji rastiyê civakê qut bibe. Du welatên pirr dişibin hev Efxanistan û Iraq, bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê ne. Ev rastî rastiyeke pirr jar e, nedîtina wê xwe xepandin e, lê çi zemîn hişt ev welat bigihêjin vê astê.
Selay Ghafar berdevka partiya hembestegî ya Efxanistanê ye û ji bo serdaneke 3 rojan hat Belçîka û bi hin kesên din re hatin cem hev û li cihên cuda em çend caran rastî hev hatin û me qala nihêrîn û xebata partiya xwe û rewşa Efxanistanê û bi taybetî jî ya jinan kir. Eger min nizanîbaya ji Efxanistanê ye, li ser agahiyên dayî, sedî sed min digot qala Başûrê Kurdistanê dike. Ecêb nemînin, belê eynî wisa ye. Tiştên li Başûr di nava 25 salan de qewimîne, ne zêde û ne kêm dişibe Efxanistanê. Dibe ku di detayan de pirsgirêk cuda be, lê heman zihniyet û siyaset serdest e li herdûkan jî. Ev bêguman nikare tesadûfî be, ev avakirinên bi plan, proje û nexşe pêşwext hatine amadekirin.
Ka em binêrin rewşa wir çi ye: “Siyaset ji alî çend malbatan ve hatiye kontrolkirin, yên dewlemend her roj dewlementir dibin yên xizan jî her roj xizantir dibin. Sektorên medya û perwerdeyê bi qûtê gel hatiye taybetkirin û di destê van malbatan de û li pirr cihên Efxanistanê zanîngehên Emerîkî ji bo malbatên dewlemend hatine avakirin. Yek ji wan jî malbata Karzayî û ya din jî Reşît Dostûm ya hevalbendê Tirkiyeyê ye. Hemû meqamên dewletê di nava van malbatan de hatine parvekirin û destê xwe danîne ser hemû dahatên welêt.
Dostûm ku cîgirê serokkomarê welat e, û hêzên serbaz di destê wî de her kêlî dikare carêke din û ji Talîban xerabtir darbeyan bike û welat wergerîne gola xwînê. Bi sedan rêxistinên civaka sivîl, avakirina karên wan ew e ku her zemîneke ku dikarê bibe mixalefeteke radîkal pûç bikin, dewlet bi destê hêzên derve çend saziyên jinan ava kirine ku karê wan ew e di medyayê de derkevin ser ekranan û nava civakê de jî ti rola wan nîne. Rewşa civakê bi parçebûn, bêrêxstinî, perîşanî re rû bi rû maye û yên welat bi rê ve dibin hîç haya wan ji gel nîne. Nelirêtî di asta herî bilind de ye û her kes jî pê dizan, em ji ber ku partiyeke radikal in û baweriya me bi çareseriya pînekirin û guhertinên qanûnî nîne, em ji derfetên medyayê bêpar tên hiştin, civak ji şer westiyaye û pêdivî bi tiştên nû heye lê…”
Ev tablo tenê peyva Efxanistanê jê derxe, mirov dibêje qey qala Başûrê Kurdistanê dike. Dagîrkariyeke derveyî Îran, Tirkiye û hêzên navneteweyî bêgûman encamê wisa bi xwe re tînê.
Giftûgoya me dewam kir û min jê pirsî gelo çareserî çi ye, hûn dibêjin, tiştên nû. Selay Gaffar got, "Welatê me bi çend dagirkeriyan re rû bi rû maye, şer civak peritandiye û westandiye, pirr bi armanc ev şer hatin kirin ji alî hêzên derve û hundir, di encamê de jinan berdêlên herî giran di nava civakê de didin, lê em îlhama têkoşînê ji Bakurê Kurdistanê û şoreşa Rojava digirin. Jinên li Efxanistanê çavên wan li şoreşa Rojava û rabirdûya wan e”. Min ji wê fêm kir ku tevgereke pirr bi coş û kelecan ya jinan û ciwanan li ser piyan e, tişta tevgerên alternatîf bike ku çawa xwe bigihîne hev, kêmasiya mezin jî ew e ku haya me ji hev nîne. Hebûna tevgerên mîna Hembestegî, şoreşa Rojava û Bakur, civakeke zindî li Başûrê Kurdistanê nîşan didin ku civak ev dagirkerî daneqûrtandiye û wê qebûl nake, û modêlên wan ji bo jinan û ciwanan nikarê bi ser bikevin. Desthilatdar ji bo ku rojevê biguherînin rojevên din ava dikin û dixwazin civakê di rewşeke koletiyê de bihêlin. Yek ji wan jî mijara dewletbûna Başûrê Kurdistanê ye.
Rojev li Başûr xwepêşandanên mamosteyan, kuştin û zextên li ser rojnamevanan,nebûna xizmetên rojaneyî yên ji bo civakê ji av û elektirîkêheta bi nelirêtiyê. Lê êwên dethilatdar ji bo ku nelirêtî, talan û diziyên xwe bi sazî bikin dixwazin dewletê ava bikin. Li zaningeheke Emerîkî û li saloneke tije biyaniyan pirsa em çawa û kengî dewletê ava bikin didin nîqaşkirin. Pêdiviya Başûrê Kurdistanê bi demokrasî û rêvebiriya herêmî heye, ne bi dewletbûnê. Di siyasetê de pêdiviya wî bi serxwebûna di biryarê de heye, ne bi dewletbûnê. Hûn nikarin biyara girêdana kongreyeke neteweyî bidin, hûn ê çawa dewletê ava bikin. Hûn di destpêkê de di biryarê de serbixwe bibin û demorkatik bibin.
Nimûneya rêveberiyeke daîreya Elektirîkê li Silêmanî bes e ji bo ku rewşa tevahî îzah bike “Rojane 3 seat elektirîk heye ji bo bajarê Silêmanî, eger rêvebiriya me ya herêmî xûrt be, em dikarin ji derfetên herêmî û bi gaz û petrolê elektirîkê bidin, lê ji ber ku rêvebiriya Başûr navendî ye, destê me vekirî nîne û otorîteya siyasî li Hewlêrê rê nade”. Pêdivî bi zêde ronîkirinê nîne. Dewlet ev e, tiştên din tên gotin ji bo rewakirina vê otorîteya navendî û despot, çîrok in.