Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di roja 24-25.09.2016'an de li parêzgeha Kerkûkê, Nahiyeya Qerehencîr, li Salona Pirtûkxaneya Giştî bi amadebûna zêdetirî 250 nûnerên partî, aliyên siyasî, parlamenter û mamosteyên zanîngehê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, lêkolîner, kesayetên serbixwe yên rewşenbîr civiyaye. 

 

Pêşniyazên KNK´ê 

Hin ji pêşniyazên di encamnameyê de wiha ne:

* Aktîvkirina parlamentoyê di demek nêzîk de û rêzgirtin li serweriya xaka Kurdistanê re.

* Bi sîstemkirina rêveberiya siyasî bi rêya cudakirina partî û hikûmetê ji hevdu.

* Cudakirina aboriya neteweyî ji tak û partiyan, bi rêya danîna xezîneyeke neteweyî ji bo dahata neteweyî.

* Rawestandina firotina karta giştî ya Kurdistanê/ Berhemên giştî bi karta taybet. 

* Di demeke kurt de mafê zeftkirî yê welatiyan wek mûçe û pêwîstiyên jiyanê ji aliyê desthilatdaran ve li wan were vegerandin.

* Serweriya yasayî divê hebe û divê maf, azadiya rojnamegeran û takên civakê were parastin. Serwerî û Serberziya xakê were parastin û divê em hemû li pêşiya yasayan yek bin.

* Rakirin û jêbirina sînorên çêkirî ku dagirkeran di nava beşên Kurdistanê de ferz kirine. Wek mînak di demek zûtirîn de deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojava de were vekirin. 

* Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê divê dîplomasiyeke Kurdistanî destnîşan bike.


Rola Herêma Kurdistanê di yekîtiya neteweyî de

* Lidarxistina Kongreya Neteweyî li ser asta seranserê Kurdistanê bi amadebûna piraniya partiyên her çar parçeyên Kurdistanê û bi esasgirtina dîroka bihûrî ya partiyên siyasî. 

* Pêwîst e em pişta xwe bidin hêza gelê xwe û rê nedin hebûna ti hêzek biyanî li ser xaka Kurdistanê. Wek bicihbûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, dagirkirina Cerablus û Rojava û hwd. 

* Serokê girtî, têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan di bipêşxistina doza yekîtiya neteweyî û dîplomasiya Kurd de xwedî rol bûye. Ji bo wê jî ji Başûrê Kurdistanê em daxwaza azadkirina wî dikin. 

* Divê hêzên ji keç û kurên Kurdan (Pêşmerge, Şervan û Gerîla) ku li hemû parçeyên Kurdistanê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê de bûne cihê baweriyê di siyaseta navneteweyî de bibin leşkerên hemû Kurdistanê ku pirsa yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê biparêzin.

* Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî Meclîsa Şengalê nas bike û jê re alîkar be.

l Beriya rizgarkirina Mûsilê konferansek were lidarxistin, biryarek neteweyî bide ku destûr nede Tirkiye beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibe.  


NAVENDA NÛÇEYAN