
LUQMAN GULDIVÊ
Rûniştina yekem a doza ji ber nîşandana alayên YPG û YPJ´ê li dijî Doris Seekampê doh pêk hat û dadgerê rûniştina dozê paşve xist. Seekamp ji beşdarên çalakiya bi rasthatina 1´ê Mijdarê Roja Cîhanê a Kobanê bû, û ji ber nîşandayîna alên YPG/YPJ´ê polîs cezayê pere lê birrîbû. Dadgera dozê, guncaw dît li benda biryara dadgeha îdarî bimîne ku wê li ser ehilbûna polîs a ji ber astengiyên bi vî rengî biryarê bide. bimîne. Lê civanek ji rûniştinê re nehat diyarkirin, ji ber ku doza li dadgeha îdarî, dawiya vê mehê yan jî di nava meha Îlonê de wê bi encam bibe.
Beriya ku rûniştina dozê dest pê bike, Tevgera Piştgiriya Kurdistanê, li pêşiya Dadgeha Sulhê a Frankfurtê xwepêşandanek li dar xist. Bi dehan kesên civiyayî, paşê di rûniştina dozê de jî hazir bûn. Çalakgeran pankarta li ser ”Bi Têkoşîna Rizgariya Kurd re Piştgirî; Alîkariya Elman nedin terora dewleta Tirk” nivîsandî hilgirt.
Piştî ku kesên hazir ji bo rûniştinê ketin hola dadgehê, balkêş bû ku qederê 10 polîsan jî li devê hola rûniştina dozê amade bûn. Ev tiştekî kêmdîtî ye, ji ber ku doz, ne dozeke edlî ye, û ji ber nedana cezayê pere, bêyî aliyê dozger hebe, pêk dihat.
Piştî amadebûna dozlêbûyiyê Doris Seekamp û parêzerê wê Markus Kunzel, dadgerê di cih de da zanîn ku elaqedarî xwepêşandana Doris Seekamp beşdarî bûyî, çav li rê ye li Dadgeha Îdarî dozek bi rê ve biçe û biryara wê jî wê di navbera dawiya Tebaxê û nava Îlonê de bête dayîn. Ji ber ku encama vê dozê wê ji bo doza wan jî diyarker be, dadgerê rûniştina dozê bi paşve xist, heta piştî diyarbûna biryara vê doza li Dadgeha Îdarî ya Frankfurtê.
Min nekarî axaftina xwe ya ji bo Tevegra Kurd bikim
Doza li Doris Seekamp vebûyî ji ber wê yekê ye ku tevî hişyarkirina polîsan jî wê alayên YPG û YPJ´ê di xwepêşandana Roja Kobanê ya Cihanê de nîşan dane. Li ser vê, meqamên polîsan ên Frankfurtê pereyê ceza lê birrîn û wê jî red kir ku vî pereyî bide. Parêzerê Doris Seekampê, Markus Kunzel dibêje, niha şensê wan bêhtir e ku muwekila wî di vê dozê de bi ser keve. Bi ya wî mesele astengkirina azadiya fikir û îfadeyê ye, û heger dadgeha sulhê muwekîla wî neheq bibîne, ew ê dozê bibin Dadgeha Bilind a Eyaletê. Ew dibêje, wî di salên 90´î de gelek doz dîtine ku ji ber nîşandana alaya ERNK´ê û ji ber qedexeya PKK´ê rûdane, û ji ber hebûna qedexeya PKK´ê gelek ji van dozan bi ceza bi encam bûne, lê niha ew difikire ku di vê dozê de şensê wan gelekî baş e.
Doris Seekamp bi xwe, ji ber ku hîna di destpêka rûniştinê de dadgerê bi hevoka xwe ya pêşî rûniştina dozê bi paş ve xist, aciz bûye û dibêje, ”Em hatin vir û hema ji me re gotin herin, me doz bi paş ve xist. Bi ser de jî min axaftinek amade kiribû ku pê mafê welatiyan ê xwe îfadekirinê, piştgiriya bi tevgera Kurd re û nexasim jî bi Rojava re bînim ziman. Lê nebû. Êdî di rûniştina bê de ez ê van gotinên xwe bikin, niha wê şens baştir be ji bo min.”
Em gelek bin, em ê bi ser kevin
Ji Xwepêşandêran kesê ku paşnavê xwe negot û navê xwe wekî Christoph diyar kir, da zanîn ku ew ji Tevgera Piştgiriya Kurdistanê ye, ew hatiye ku beşdarî rûniştinê bibe da ku piştgiriya xwe bi kesên li wir hazir re û Tevgera Rizgariyê ya Gelê Kurd re bide nîşan. Christoph dibêje, ”Sedema van neheqiyan û vê zilmê hemûyî qedexeya PKK´ê ye. Eger qedexeya PKK´ê betal bibe, qedexeyên din jî wê rabin. Ew nebe, nikarin bibêjin, alayên YPG, YPJ û PYD´ê nîşan nedin. Di rûniştina bê de jî ez ê amade bim û piştgiriya xwe nîşan bidim. Ji ber ku em li vir gelek bûn, û ew jî ne li bendê bûn. Em heger li vir gelek bin, em ê bi ser kevin.”