Saziyên Dersimê qedexekirina festîvalê ya ji hêla qeyûm ve şermezar kir û diyar kir ku ev polîtîkaya şerê taybet e û ev tirsa AKP’ê nîşan dide. Di daxuyaniya hevpar de ku ji hêla Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Cemiyeta Vejandina Dersimê û Komeleya li dijî Qirkirinê ya Dersimê ve hate kirin, astengkirina Festîvala Dersimê ya ji hêla qeyûm ve hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku watedar e, roja ku Walitiya Tunceliyê Festîvala Sirûşt û Çandê ya Munzurê qedexe kirî, 15’ê Tîrmehê ye. Û wiha dewam kir: “Dewlet xwedêgiravî di salvegera pêşî ya darbeyê de bang li welatiyan dike ku derkevin kuçe û kolanan, meydan û piran lehengiyê dide pîrozkirin, li hêla din jî îdîa dike ku li Dersimê ewlehiya festîvalê nikare were bicihanîn. Tekane derdê wê hişmendiyê ku festîvala Sirûşt û Çandê ya Munzurê qedexe kirî, ku îsal wê cara 17’an pêk bihata, zilmkirina li gelê Dersimê ye. Ji hêlekê ve hûn festîvalê qedexe dikin, li hêla din ve hûn bang li mirovan dikin da ku xwe berdin kuçe û kolanan, xwarin, vexwarin, gihandina wan ji bacên gel dabîn dikin û ji hêlekê ve jî hûn bi vê qedexeyê zilmê li gelê Dersimê dikin, bi ti awayî ev ne bi dilê me ye.”
Em li dijî vê yekê ne
Bi berdewamî hat gotin ku qedexeya navbirî dewama ‘polîtîkayên şerê taybet e’ û dewlet ditirse ku Dêrsimî werin cem hev û wiha pê de çû: “Em vê qedexeyê rast nabînin û li bendê ne ku were rakirin. Festîvala Dêrsimê tê maneya ku Dêrsimî bi çiya, kevir, mirovên xwe re têne cem hev. Em vê qedexeyê nas nakin.”
ANF