Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rasthatina Roja Çalakiyê ya Global a li dijî Dagirkeriya Tirkiyeyê yek deng hat: Artêşa Tirk ji Kurdistanê biceheme!

Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê 26´ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdistanê, gel daket qadan û dagirkeriya dewleta Tirk rûreş kir.   

Li Başûrê Kurdistanê Silêmanî û navçeyên wê Ranya û Çemçemal û seranserê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Silêmanî bi pêşengiya Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Silêmaniyê li ber Parka Nalî çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de, daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Eniya Demokratîk a Gel, Eniya Xelk û Eniya Karkeran hatin xwendin û Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd û Zanayê Olî Mele Nadir axivîn.

Çemçemal û Ranya jî got:

Ji dagirkeriyê re na

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê çalakî hebû. Li wir daxuyaniya Rêxistina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê hate xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Bi heman armancê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li ber Baxê Giştî yê navçeyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek pêk hat.

Kujer Erdogan

Li Şehbayê jî bi hezaran Efrîniyên li Kampa Berxwedan a Herêma Şehbayê û gelê Şehbayê meşek li dar xistin.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM a Efrînê Mustefa Hesen bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî dagirkerî û pêkanînê mafê mirovan dawî li bêdengiya xwe bînin.

Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên jî destnîşan kir ku deweta Tirk bi êrişan dixwaze vîna gelê Kurdî bişkîne û got, “Gelê Efrînê û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê tevî hemû êrişan jî berxwedana xwe didomînin. Bi êrişan vîna gel nayê şikandin.”

Gelê me wê rê nede dagirkeriyê

Li Hesekê jî bi heman minasebetê mîtîng çêbû li wir Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û got, “Gelê me wê bi têkoşîna xwe rê nede dewleta Tirk ku dixwaze siyaseta dagirkeriyê li herêmê pêk bîne.”

Li Til Temir jî di mîtîngê de Cîgirê Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê axivî û got, “Em hemû ji dagirkeriya Tirk a ji Efrînê re dibêjin na.”

Dîsa li Serêkanî û Dirbêsiyê jî bi heman armancê meşên girseyî hatin organîzekirin.

Sedema aloziyan dewleta Tirk e

Li Qamişlo jî bi tevlîbûna hezaran welatiyên bajêr, dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin.Di xwepêşandanê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan axivî û got, dewleta Tirk sedema sereke ya mezinbûna aloziya Sûriyeyê ye û li pêşiya çareseriya vê aloziyê her tim dibe asteng.

Di bin durişmeyên “Efrînê dê ji welatiyên xwe re bimîne, bi rihê Avesta û Barînê em ê Efrînê rizgar bikin” de, bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê jî meş û mîtîng çêkirin.

Li Helebê meşa bi meşale

Li Helebê jî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajêr, roja 26‘ê Gulanê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Di meşa bi pêşengiya ciwanan hate organîzekirin de, bi sedan şêniyên taxê beşdar bûbûn.