
Berpirsiyarê Giştî yê Eniya El Ekrad (Eniya Kurd) Hecî Ehmed ji ANF’ê re axivî.
Hecî Ehmed da xuyakirin ku ew perçeyekî Artêşa Hur a Sûriyeyê ya Şoreşger a Rastîn e û ji bo komên mîna El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê ku ji derve ve hatin gotina “Ev kom ji derve hatine û şoreşa Sûriyeyê bi jehr dike” bikar anî û desnîşan kir ku ti eleqeya van koman bi Artêşa Hur re tuneye. Ehmed da xuyakirin ku Eniya El Ekrad, hêza rastî ya şoreşger a Sûriyeyê ye, ku di nav de hemû reng, hemû bawerî, hemû netew, hemû pêkhate, hemû çand û ziman li hev kom dibe.
Wateya sazkirina El Ekrad
Berpirsyarê El Ekrad (Eniya Kurd) Hecî Ehmed diyar kir ku ew hêz û rengê rastî yê azadiyê ye di nava şoreşa Sûriyê de û destnîşan kir ku weke Kurd ew bi Eniya El Ekrad (Eniya Kurd) bi reng û nasnameya xwe cihê xwe di nava şoreşê de digirin.
Ehmed got: “Sûriye, ji gelek reng, ziman, çand, bawerî, netew û gelan pêk tê. Derket holê ku yên heta niha bi navê şoreşgeriyê ketin rê, li ser navê olekî, li ser navê netewekî yan li ser navê mezhebekê têkoşiyan. Lê me xwest, hêzeke welê biafirînin ku hemû bawerî, ziman, çand, netew û gel karibin xwe tê de bibînin û bînin ziman. Bi vê armancê em ketin nava lêgerînan. Van lêgerînên me, rêxistinbûyînek bi navê Eniya El Ekrad a li herêma Babê ava kir. Gelek kes û hêz hene ku dipirsin; çima Eniya El Ekrad. Li gel me binavkirineke wê ya zelal heye. Rojavayê Kurdistanê xwedî hêza xwe ya parastinê ye. Navê wê jî YPG ye. Lê belê Kurd li gelek bajar, navçe û gundên Ereban jî dijîn. Me xwest, rêxistinbûyîneke gelê me yên li van deran a bi gelên pê re dijîn re hebe. Ekrad tê wateya Kurd. Navekî li Kurdan hatiye kirin e. Kurdan di nava gelek hêz û rêxistinbûyînan de cih girtin. Lê belê ti ji wan, bi nav, reng û nasnameya xwe cih negirtin. Bi reng, nav û nasnameya hêzên ew ketin nava wan, têkoşiyan. Ji ber vê yekê, me got divê êdî bi reng, nav û nasnameya xwe tê bikoşin û me navê El Ekrad (Eniya Kurd) li xwe kirin.”
‘40 tabûrên me hene’
Berpirsyarê El Ekrad (Eniya Kurd) Hecî Ehmed da xuyakirin ku wan beriya sal û nîvekê li derdora Babê bi du tabûran bi awayekî serbixwe, lê di nava Artêşa Hur a Sûriyeyê de dest bi têkoşînê kirin, lê di nava demeke kurt de xwe gihandine 40 tabûran. Ehmed bibîr xist ku di nava hêzên wan de gelek gel, netew, bawerî û mirovên ji çandên cûda cih digirin û got, “Me li derdora Bab, Ezazê destpê kirn. Ji ber ku ew herêm xwedî mozaîkeke dewlemend bû, me ji wir destpê kirin. Li vê herêmê Avşar, Çerkez, Tirkmen, Ereb, Kurd, Asûrî, Ermenî, Suryanî hene. Û ji destpêka avabûna xwe û pê ve, me bi taybetî hewl dan ji van hemû gelan, şervan di nava me de cih bigirin. Niha di nava hêzên me de ji van hemû gelan mirov hene. Bi awayekî gelekî çalak cih digirin û ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Mîna ku ev mirov li benda me bû di pêvajoya rizgariyê de em tiştekî weha bikin, herikîn nava refên me. Ji ber vê yekê, di demeke kurt de em mezin bûn. Ji bilî Babê, me li Mumbîç, Ezaz, Heleb, Reqa, Cerablûsê tabûr û tûgay ava kirin. Emê ji niha û pê ve jî armancên xwe bicih bînin. Emê li Şam, Hama, Hûmûz, Dêre Zor û qadên din ên Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Li her devera têkoşîna li dijî rejîma Baas a zordar hebe, emê jî li wir hebin.”
‘Em beşekî Artêşa Hur a rastî ne’
Li dû berxwedana li Girê Spî (Til Ebiyad), Ehmed gotûbêjên ku El Ekrad bi hin deveran ve girêdida nirxand û di vê mijarê de weha peyivî: “Em di nava Artêşa Hur a Sûriyeyê de cih digirin. Di nava Meclîsa Leşkerî de cih digirin. Li wê derê nûnerên me hene. Ez behsa Artêşa Hur a rastî ya şoreşger dikim. Ji ber ku tê zanîn El Qaîde jî xwe weke Artêşa Hur a Sûriyeyê bi nav dike. Ti eleqeya wê bi Artêşa Hur re tineye. Ji ber ku Artêşa Hur ji nava gelên li Sûriyeyê derket holê, li dijî rejîmê bi armanca azadiyê têdikoşe. El Qaîde ji hêzên derve ve pêk tê û hewl dide şoreşa me bi jehr bike. Ji ber vê yekê, ez bi taybetî dixwazim destnîşan bikim ku em di nava Artêşa Hur a Sûriyeyê ya rastî ya şoreşger de cih digirin.”
‘El Qaîde şoreşê jehr dike’
Ehmed der heqê pevçûnên rojên dawî yên li dijî Eniya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê axivî û got; “Niha bi sedan kom hene, dibêjin em hêza Artêşa Hur in. Artêşa Hur a Sûriyeyê ji bo azadiyê ket rê. Ne ji bo koledariya ji bo komên Îslamî yên Radîkal ên ji derve hatine welatê me, ava bû. Têkoşîna li dijî van komên radîkal ên herkes jê re xulamtiyê dikin û gelê me bi jehr dike, ne karekî hêsan e. Bi têkoşîna me re derket holê ku ew komên mijara gotinê ne ewqasî mezin in, ku ji xwe mezintir tên nîşandan. Me eşkere kir ku vana ji mirovahiyê bêpar mane. Me eşkere kirin ku ev kom, mirovan serjê dikin, mal û kargehên wan talan dikin. Lê li gel vê rastiyê jî, ti koman li hemberî wan, nekarîbûn dengê xwe derxînin. Di ser de li gelek cihan bûn hevkarên wan. Me ev rewş şikand. Me nîşan dan ku ew ji bo vî welatî bi zerar in. Hin kom û berpirsyarên wan cîhanê jî dixapînin û dibêjin em li ser navê Artêşa Hur tevdigerin.”
Ehmed anî ziman ku tevî ew li dijî van komên mijara gotinê bi dijwarî têdikoşin jî, ji hêzên navnetewî piştgiriyê nabînin û destnîşan kir ku sedema vê yekê jî gotina Kurd a li navê wan e.
Ehmed diyar kir ku ji ber vê yekê hêzên navnetewî xwe nêzî me nakin, qet piştgiriyê nadin wan û axaftina xwe weha dewam kir: “Qaşo welatên mîna DYE, Ewropa, Rûsya biryar girtine li dijî van komên radîkal ên Îslamî têbikoşin. Biryar dan ku piştgiriyê bidin hêzên têdikoşin. Heta niha bi awayekî dizî yan veşartî, çek, cebilxane û alîkariya madî dan. Lê belê ti komên ev alîkarî stendin, li dijî van komên çete tênekoşiyan. Berovajî, bi wan re bûn yek. Li gel vê rewşê jî, van hêzên navnetewî piştgiriya xwe ya ji bo van koman dewam kirin.”
‘Tirkiye radîkalan destek dike’
Berpirsyarê El Ekrad (Eniya Kurd) Hecî Ehmed ragihand ku ew ji mêj ve dizanin Tirkiye piştgiriyê dide van koman û di vê mijarê de di destê wan de belge û agahiyên girîng hene û destnîşan kir ku di bûyerên rojên dawî li Girê Spî (Til Ebiyad) qewimîn re, êdî bi awayekî vekirî piştgirî da wan.
Ehmed diyar kir ku beriya du rojan Tirkiyê 2 tanq û çekên giran ên bi 3 wesaîtan da çeteyên di şer de û got; “Tirkiyê bi vê nêzîkatiya xwe re nîşan da ku ew di nava hêzên şoreşa Sûriyê jehrî dike cih digire û dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan bi awayekî zelal nîşan da. Eger Tirkiye dibêje dostê gelên Sûriyeyê ye, divê dest ji destek kirina hêzên jehrê didin şoreşê, berde. Ji xwe ev wezîfeyeke navnetewî ye. Tirkiye bi destekdayîna van re di heman demê de destekê dide komên terorîst ên li qada navnetewî weke terorîst tên dîtin. Divê Tirkiye xwe ji vê rewşê rizgar bike.”
SEYÎD EVRAN / ANF/BAB
Asayişê hişyar kir
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan bang li gel, rêxistin û partiyên siyasî kir ku çalakî û munasebetên xwe di vê demê de rawestînin.
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan bang li gel, rêxistin û partiyên siyasî kir ku çalakî û munasebetên xwe di vê demê de rawestînin.Têkildarî mijarê Rêvebrê Giştî ya Asayîşa Rojava daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê demê de herêma rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên hovane yê ji aliyê komên îslamî yên tûndrew bi awayekî plan tên. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku gelek hewldan hatin kirin ku herêmê ber bi şerekî navxweyî bikşîninin û ewlekariya herêmê têk bibin û li dijî hebûna gelê Kurd tevbigerin. Di daxuyaniyê de bang li gelê rojavaya Kurdistan, sazî û rêxistinên siyasî kir ku, ji bo parastina, ewlekariya sivîlan di vê demê de çalakî, şahî û dawetan rawestînin. QAMIŞLO
Dema paşîvê ye...
Li Efrînê tevî rewşên zehmet jî di meha Remezanê de welatî li ser dengê banga bi Kurdî ᾿̓Dema Seharê-paşîv- ye de rabin᾿̓ radibin.
Piştî Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê gelê Kurd herêmên xwe ji destê rêjîma Baas rizgar kir, îsal di meha Remzanê de tevî zehmetiyên jiyanî û buhabûnê jî welatî rojî digirin. Yekem car şêniyên Efrîn li ser banga bi Kurdî radibin seharê. Ji ser minareya Mizgeftan bi Kurdî tê bankirin ᾿̓ Dema Seharê ye de rabin᾿̓ li ser vê yekê weltî radibin paşîvê dixwin û rojiya remezanê digrin. Derbarê mijarê de Hecî Mecîla Seydo diyar kir ku dema me dengê bi Kurdî bihîst me ji xwe bawer ne kir. Seydo da zanîn ku berê ewan ne dikarî bi Kurdî bixivin û niha êdî bi Kurdî jiyan dikin. Jina binavê Emîna Mihemed jî da zanîn ku niha û tevî zehmetiyan jî ew wek hev bi netwên dinre jiyan dikin û kêfxweşiya xwe anî ziman ku li ser dengê Kurdî radibin seharê. EFRÎN
Nuçegihanê ANHA birîndar bû
Piştî ku li bajarê Girê Spî komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/Eniya El-Nusra êrîşî taxên Kurdan kirin, nûçegihanê ANHA’yê yê Kobanê Ferhat Yusuf bi armanca şopandina bûyeran derbasî Girê Spî bû. Yusuf dema pêr li nava bajêr pevçûnên di navbera Eniya El-Ekrad û komên êrîşkar de dişopandin bû hedefa guleyên êrîşkaran. Yusuf ku bi sivikî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya Kobanê.
GIRÊ SPÎ