Tevgera Azadî daxuyaniyek bi serenavê ‘Em serokek bê alî dixwazin’ li ser pirsgirêka serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev du mehe guftûgo li ser nivîsîna destûrek nû ji bo Herêma Kurdistanê tê kirin û  heta niha xebatek berçav ji bo zelal kirina piraniya made û beşên çarenivîsiyê nehatiye kirin.

Tevgera Azadî diyar kir ku mijara yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve wekî mesleyek hizbî û ji aliyê Mesûd Barzanî ve jî wekî şexsî derdikeve pêş. Lewra destûrê nadin parlamento rolê xwe bileyîzin û mijara niha aliyên siyasî hemfikir in serok li parlamentoyê were hilbijartin û yasaya serokê Herêma Kurdistanê were sererast kirin; were zelal kirin.


5 xal pêşniyaz kirin

Tevgera Azadî ji bo mijara serokatiya Herêma Kurdistanê 5 xalan pêşniyaz kir:

1- Divê serok û cîgirên wî li parlamentoyê bê hilbijartin û yasa bê sererast kirin.

2- Ji ber dema yasayî ya Mesûd Barzanî qediyaye û du sal jêre hatiye dirêj kirin, lewra em baş nabînin carek din serokatiya wî ji bo du salên din were dirêj kirin.

3- Ji ber PDK û Mesûd Barzanî di 10 salên serokatiya Herêma Kurdistanê de serkeftî nebûn, berevajî krîz, nakokî û aloziyên îro qirika Herêma Kurdistanê girtine; çavkaniya xwe ya sereke ji PDK û serokê wê wergirtiye. Lewra serokek guncaw ji bo du salan li parlamentoyê bê hilbijartin û heta hilbijartina giştî li Herêma Kurdistanê tê kirin.

4- Parlamento erkê xwe yê yasayî bîne cih û li benda valahiyek yasayî çêbibe nemîne. Erkekî dîrokî li ser milê serokatiya parlamento û komên li parlamentoyê ye. Ango ne şert e heta dawiyê li benda lihevkirina aliyên siyasî rawestin, vaye diyar e lihevkirin çênabe û her aliyek pêkûtiyê li ser projeya xwe dike.

5- Guftûgoyên li ser mijara laîk û ayîn hatine kirin, weke di projeya me de jî cih digire; em erênî dinirxînin. Divê destûra başûrê Kurdistanê rêzê li baweriyên li Kurdistanê bigire, lê ti ji wan neke çavkaniya serekî ya nivîsandina yasayê. 


 ROJNEWS/HEWLÊR