
Nûnerên 53 rêxistinên civaka sivîl ên başûrê Kurdistanê pêr serdana Qendîlê kirin û ji aliyê endamê konseya rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Savaş Amed ve hatin pêşwazîkirin. Ehmed Şêx li ser navê rêxistinan axivî û got ku ev tora rêxistinan li Iraq û Herêma Kurdistanê tora rêxistinên civaka sivîl a herî mezin e û wiha pê de çû: “Armanca me ya vê serdanê ew e ku aliyek siyasî daxuyaniyê dide, lê di wan daxuyaniyan de ti xizmetek ji bo berjewendiya gelê Kurd nîne. Tenê plana dijmin bi cîh tînin û wan gotinan zererê dide yekîtiya neteweyî, her wiha destûr nadin Kongreya Netewî were lidarxistin.”
Çawa bira ji bira re bêje ’tu mêvan î!’
Ehmed Şêx destnîşan kir ku armanca serdana wan ew e ku ji gêrîlayên şoreşger re bêjin Kurd xwediyê Rêbereke mezin ê weke Serok Apo ye. Nûnerên rexistinên sîvîl Ehmed Şêx axavtina xwe bi vî rengî domand:” Rast e li girtîgehê ye, lê bi rih û can û bi dil ligel her ferdek Kurd e. Serokatiya hemû gelê Kurd dike. Fikrê wî ye ku wisa kirî kur û keçên her çar parçeyên Kurdistanê bêyî cûdahî li hemû parçeyan li dijî dagirkeran şer dikin. Li ti cihekê ne mêvan in û xwe wekî mêvan jî bi nav nakin. Îro van gerîlayan xwe ji hemû maf û berpirsyariyek şexsî bêpar hiştine, ji bo welatek azad û bi hev re jiyîna gelan bi fedayî şer dikin. Li kû derê cîhanê hatiye dîtin ku bira ji bira re bêje ’mêvan’. Gêrîla birayê mezin ê Kurdistanê ye. Bila ew alî xwe di ber çavan re derbas bike û ber bi yekrêziyê ve pêngavê bavêje.”
Ehmed Şêx destnîşan kir ku ji Efrîn û Kobanê heta Şengal, Xaneqîn û Celewla gêrîla û pêşmergeyan giyanên xwe bi hev re pêşkêşî welat kirine.
Bang ji bo yekîtiya neteweyî
Endamê konseya rêveber ê KCK’ê Savaş Amed jî derheqê serdana şanda rêxistinên civaka sivîl de got ku ew bi hatina van rêxisitinan a Qendîlê û piştgiriya wan a ji bo gêrîla û PKK’ê dûbare dikin ku îro Kurdistan û Rojhilata Navîn di qonaxek dîrokî re derbas dibe û wiha axivî: “Di rewşek wiha de, pêwîstiya gelê me bi yekîtî û nêzîkbûna hev heye. Lê aliyek li gor daxwaza dagirkeran dibêje, ‘Bila PKK ji başûrê Kurdistanê derbikeve.’ Em li vir dibêjin, Kurdistan her Kurdistan e, ti cûdahiyek di navbera bakûr, rojhilat, rojava û başûr de nîne. Li kû derê pêwîstiya Kurdan bi me hebe, emê li wir bin. Em ti sinorekê nas nakin û wê tekoşîna me berdewam bike. Em bang li her kesekê dikin ku tevlî yekîtiya netewî bibin.”
Savaş Amed diyar kir ku PKK ji bo azadî û mafê gelê Kurd heye û wê heta dawiyê li ser vî bingehî berdewam bike. Di dawiyê de Rêxistinên Civaka Sivîl diyariya ji bo hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ligel xwe anîbûn, ji aliyê Ehmed Şêx ve pêşkêşî endamê konseya rêveber ê KCK’ê Savaş Amed kirin.
MIHEMED HESEN/QENDÎL/ROJNEWS