MEDYA UREN/BÊRÎTAN CANOZER / JINNEWS/AMED
Tora Ziman û Çanda Kurdî 11 û12’yê Çile komxebata ziman bi rê ve bir û piştî vê Cevahîr Sadak encam û girîngiya komxebatê nirxand û banga ‘Bila zimanê we yê siyasetê jî Kurdî be’ li siyasetvanan kir û got, bi Kurdî biaxivin, bifikrin û bijîn.
Di komxebatê de rêveberiyeke ji 27 kesan hat hilbijartin û Cevahîr Sadak jî di nava vê rêveberiyê de cihê xwe digire.
Cevahîrê diyar kir ku zextên li ser ziman di demên dawî de zêde bûne: “Polîtîkayên asîmîlasyonê bi awayekî sîstematîk didomin. Divê toreke piştevaniyê ya xurtir hebûna. Ji ber vê me komxebat çêkir. Du rojan dewam kir. Tevlîbûn gelekî xurt bû. Li aliyê din jî roja ewil 12 heb maseyên tematîk hatibûn avakirin. Me pirsgirêk tespît kirin û pêşniyazên çareseriyê derketin holê.”
‘Bi sedan dildar hene’
Cevahîrê got pirsgirêka çand û zimanê Kurdî ne tenê pirsgirêka hunermend û nivîskarên Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka tevahiya gelê Kurd, siyasetvanên Kurd hemûyan e. Divê em hemû xwedî li pêşniyazên çareseriyê derkevin. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Di civînê de gelek nîşe û nivîs hatin ber me û gotin em peywira xwe tînin cih. Ev ji bo me gelek girîng e. Bi sedan hevalên me yên dildar hene.”
Cevahîrê got, ew ê ji bo torê malpera înternet û hesabên çapemeniya civakî vebikin û wiha dewam kir: “Ji bo biryar bên bicihanîn em ê demildest gavê biavêjin. Ji bo xurtkirina tora me dikarin tevlî bibin. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Bi taybet siyasetmedar divê rola xwe bînin cih. Divê zimanê siyasetê bibe Kurdî. Divê ciwan jî xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Em Kurdî, biaxivin, bijîn û bifikirin. Divê dayik, bav, kal û pîr di vê mijarê de ji ciwanan re bibin pêşeng.”