Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê pêr çendan saetan piştî îlankirina Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê bi sukîastê hat kuştin. Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku kesê ku Ebdulsetar El-Cadir kuştiye ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.
Kiryar û koma veşartî hat girtin
Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bi vî rengî bû: "Hêzên leşkerî yên bajarê Cerablûsê meclîsa xwe ya leşkerî ragihandin. Ev meclîs hemû projeyên dewleta Tirkiyeyê yên piştgiriya ji terorê re asteng dike. Ji ber vê yekê Fermandarê Leşkerî yê Cerablûsê hevalê me Ebdulsetar El-Cadir kuştin. Wekî endam û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê em vî karê terorîstî bi tundî şermezar dikin. Hêzên me kesê kiryar kiriye û koma veşartî ya pêre ku girêdayî îstixbaratên dewleta Tirk in, girtin. Em soz didin şehîd, hevalên şehîd û malbata wî ku em ê soza şehîd bi cih bînin û bajarê xwe Cerablûsê rizgar bikin."
MINBIC