Desteya Bilind a Kurdan (DBK) bi rasthatina cejna alema Îslamê Remezanê daxuyaniyek belav kir. DBK’ê bal kişand ser êrîşên rejîmê û bûyerên li Sûriyeyêyê diqewimin û bang li gelê rojavayê Kurdistanê kir ku cejnê di nava şahiyê de pêşwazî nekin.
Desteya Bilind bang li gelê Kurd dike ku cejna Remezanê ya îsal di nava şahiyê de pêşwazî neke. DBK’êdi daxuyaniyê de, cejna Remezanê li gelê Sûriyeyê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî, pîroz dike.
Daxuyaniya Desteya Bilind a Kurd balê dikşîne ser serhildana gelê Sûriyeyêyê û şoreşa azadiyê ya li dijî rêjîmê. Daxuyanî şehîdên şoreşa azadiyê bibîr tîne û balê dikşîne ser  êrîşên rêjîmê yên hovane li dijî gel.
Daxuaniya Desteya Bilind a Kurd bang li gelê Kurd dike ku di van mercên dijwar de ku rojane bi sedan kesên sivîl jiyana xwe ji dest didin, cejna Remezanê di nava şahî û kêfxweşiyê de pêşwazî neke. Desteya Bilind a Kurd di dawiya daxuyaniyê de, banga tevlîbûna têkoşîna azadiyê li gelê Kurd dike û şehîdên şoreşê bi bîr tine.

Endamên Komîteya Karên Derve diyar bûn

Li bajarê Qamişlo, di civîna fireh a Desteya Bilind a Kurdan de Komîteya Karên Derve ya Desteya Bilind a Kurd ji 10 kesan pêk tê hate avakirin.   Piştî mohrkirina peymana hevkariyê ya di navbera Meclisa Gel a rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştimanî ya Kurd de, di 24'ê tîrmehê de Desteya Bilind a Kurd hat avakirin. Pişti damezirandinê, desteya Bilind a Kurd di nava kar û xebata avakirina komîteyên hevbeş de ye. Kesên di Komîteya Karên Derve ya rojavayê Kurdistanê de cih digirin wiha ne: Salih Gedo, Mustefa Oso, Beşar Emîn, Hesen Ismaîl, Doktor Ebdilkerîm Umer, Îsa Hisso, Hediye Umer, Elî Mihdî, Xerîb Hisso û Zûhat Kobanî. 

ANF/QAMIŞLO  




Leşkerên Kurd tên kuştin

Di encama şer û pevçûnên dijwar ên di navbera artêşa Sûriye û Artêşa Sûriyeyê ya Azad de heta niha gelek ciwanên Kurd ên ji neçarî di nava artêşê de ne, hatin kuştin. Herî dawî li Reqa û Helebê du leşkerên Kurd hatin kuştin û leşkerek jî beriya niha dîl ketibû destê Artêşa Sûriyeyê ya Azad.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerê Kurd ê bi navê Henan Mihemed Mûrat di encama şerê li navçeya Tebqa ya bajarê Reqayê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha, leşkerê Kurd ê bi navê Ehmed Evdilrehman ê ji gundê Îskan ê Şîrawayê  li Helebê di şerê di navbera artêşa rejîma Esad û muxalîfan de hate kuştin. Hat ragihandin ku leşkerê Kurd Henan Mihemed Murad sala 1985’ê li gundê Kevirsefrê  navçeya Cindirês Efrînê ji dayîk bûye.  Ciwanê Kurd di sala 2004 de çû leşkeriya Sûriyeyê û leşkeriya wî di sala 2004 de bi dawî bû. Lê piştî 5 salan, piştî bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin, di 24’ê nîsana 2011 de careke din weke leşkerek yêdek ew birin leşkeriyê. Her wiha, leşkerek din ê Kurd yê bi navê Ehmed Evdilrehman  ê ji gundê Îskana Şîrawayê di dema leşkeriya artêşa Sûriyeyê li taxa Selehedîn a Helebê dikir de, di  şer di navbera artêşa rejîmê û muxalîfên çekdar ên Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da.
Bi heman awayî, di 18’ê tîrmeha 2012 de li herêma Derea leşkerî Kurd ê bi nave Henan Elo di encama şerê di navbera artêşa Sûriye û Artêşa Sûriyeya Azad de jiyana xwe ji dest da.  Beriya wî jî, leşkerê Kurd ê bi navê Rifet Xelîl Seydo bi heman awayî li Îdlibê jiyana xwe ji dest dabû.

Leşkerê Kurd dîl hate girtin 

Artêşa Sûriye ya Azad beriya heftiyekê êrîşî nevenda rokêtan a li herêma Seqba ya derdora Şamê kir, çekdarên artêşa Sûriye ya Azad navenda rokêtan bi temamî xistin destê xwe û dest danî ser hemû çekên li navebdê û gelek leşkerên artêşa fermî hatin kuştin û gelek jî dîl hatin girtin. Di nava leşkerên dîlgirtî de ciwanê Kurd Mihemed Sefer jî heye. Mihemed Sefer bi xwe xelkê gundê Mora yê herêma Aliyan a Dêrikê ye û berî çend salan tevî malbata xwe li taxa Zorava ya Şamê dijîn.

Leşkerên Kurd naşînin malê 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her çendî demê leşkeriyê yê gelek ciwanên Kurd ên di nava artêşa Sûriyeyê de qediyane, lê artêşa rejîma Sûriyeyê wana naşîne malê. Ji ber wê jî hema bêje her hefte cenazeyek ê ciwanên Kurd tê Rojavayê Kurdistanê. Hêjayê gotinê ye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê  keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG’ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. 

ANF/EFRÎN