Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê destnîşan kir ku ruhê berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê di salvegera 33. de li Rojava, Şengal, Kobanê û di encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dijî û got, „Rojiya Mirinê ya Mezin bi ruhekî bi vî rengî yê dijî re, rê nîşanî roja îro dide. Em şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin hevrêyên xwe Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî bibîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û xeyalên wan ên azadiyê bicih bînin.“

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir: „Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê duh ji aliyê hevrê Mazlûm, Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, Çaran û hemû şehîdên berxwedanê li Amedê hatiye defnkirin, îro jî rewşeke bi heman rengî li çar aliyên Kurdistanê tê serê DAIŞ’ê û alîgirên DAIŞ’ê. Di serî de li Şengal û Kobanê, gelê Kurdistanê yê leheng ê li gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ku xwe bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê û bîrdoziya sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya Rêber Apo xemilandiye, bi ser bikeve. Ev serketin, mîna beriya 33 salan ne tenê li dora vejîn-berxwedanê pêk tê. Avakirina xweseriya demokratîk û bicihanîna projeya neteweya demokratîk, ku em îro weke yek ji xalên werçerxê yên azadiyê dibînin, wê bi ruhê 14’ê Tîrmehê pêk werin. Ev yek jî nîşaneya xwedîderketina li bîranîna şehîdan e.“


‘Faşîzm wê têk biçe’

KCK’ê da xuyakirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ya dîrokî, faşîzma 12’ê Îlonê ne teê li Kurdistanê li tevahiya Tirkiyeyê di gorê de defn dike ye û got, „ Bloka azadî û demokrasiyê ya ku hesreta Kemalan bû îro di nava HDP’ê de şênber bûye. Xurtkirin, mezinkirin û temsîlkirina vîna hemû cihêrengiyan di nava vê blokê de, afirandina hêzeke rêxistinbûyî ya çalakiyan, mîna li Amed û tevahiya Kurdistanê wê li Tirkiyeyê jî hêzên faşîst bişîne goristanê.“

KCK’ê got, „Yên faşîzma DAIŞ’ê xwedî dikin, destek dikin û fînanse dikin, ew hêzên ku faşîzma 12’ê Îlonê xwedî û destek dikirin e. Ji ber vê yekê em dibêjin; ji bo rizgariya ji vî belayê faşîzma li serê gelê me, gelên herêmê û mirovahiyê bûye bela, em yekîtiya hêzê ya demokratîk a herî berfireh esas bigirin û mîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin!  Bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê, li dijî faşîzmê, fermana yekîtiya têkoşînê dide hemû hêzên demokrasiyê.  Bi ruhê 14’ê Tîrmehê re dem dema xurtkirina têkoşînê û bi ser xistina hemû wezîfeyan e.“ 


ANF/BEHDÎNA