DEVRÎM AMED / ZEYNEP KIZILIRMAK / JINNEWS / DÊRAZORÊ 


Bi qasê sê mehan e ku pêngava Bagera Cizîrê hatiye destpêkirin û heta niha gelek Bajar û Gund ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û pêngav ber bi dawî ve diçe.

Şervanên yekineyên Parastina Jinê (YPJ) bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê re heta niha cihên xwe di pêngavê de girtin û  gelek bajar û sivîl ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Niha jî gel û şervan hevdu hembêz dikin û şervan li ser pêşeroja vî gelî, agahiyan didin wan.

 

‘Gel şervanan hembêz dike’

Fermandara YPJ’ê Dilar Heleb li ser rizgarkirina bajarê Dêrazorê wiha dest bi axaftina xwe kir, “YPJ, YPG û QSD´ê bi hev re ev qad rizgar kirin. Gel me bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dike û di bin bandora jiyan û fedakariya me de dimînin. Ji ber ku hêzên weke DAIŞ‘ê û Cebhet El-Nusra li gundan pirr xirabî kiribûn, di destpêkê  de gel ji me ditirsiya, lê piştre êdî dema ku gel em nas kirin, baweriyeke mezin bi me anîn û em hembêz kirin. Encama vê pêngavê jî baş hate girtin windahiyên me zêde nebûn. Em niha jî diçin nava gel, gel me bi cilên eskerî dibîne, pirr kêfxweş dibe, em armancên xwe yên paşerojê ji wan re dibêjin. Ew jî bi baldarî li me guhdarî dikin.”

 

‘Em tişta dizanin parve dikin’

Dilar Helebê di dewama axaftina xwe de got, ew jî ji gel re behsa projeya Neteweya Demokratîk dikin û gel agahdar dikin: “Gelê vir, ev sê sal in di bin dagirkerî û trawmayekê de dijî, dema ku gel me dibîne, di destpêkê de li ser siberoja xwe agahiyan ji me digire. Em jî di derbarê wekheviya gelan de û projeya Neteweya Demokratîk de agahiyê didin wan. Em hem diçin serdana gel û hem jî zanebûna xwe bi wan re parve dikin.” 

 

‘Em deyndarê we ne’

Fermandar Dilar Helebê di dawiya axaftina xwe de got, “Ji destpêka pêngavê ve gelek jinên ciwan tevlî nava refên QSD’ê bûne. Hinek jinan kefiyên reş ên ku DAIŞ’ê bi darê zorê dabûn serê wan avêtin û hinekan jî şewitandin, hin kes jî pir kêfxweş bûn û got, ‘Cara yekem e ku em mirovên wiha nas dikin. Çete û cehş her tim dihatin û bi zorê cil û bergên me diguhertin. Pirr zilm û zordarî li me kirin. Lê hûn li me guhdarî dikin û rûmeteke mezin didin me, em hemû dixwazin bibin kesayetên wek we. Em deyndarê we ne.’”

 

Di hişê jina ereb de şoreşa vejînê ava bû!

Şervana  YPJ’ê Hêvî Pîroz jî hestên xwe wiha anîn ziman, “Gelê Ereb gelek muhafezekar û girtî ye zû bi zû jinên wan dernakevin derve. Dema ku em çûn û me ew dan axaftin, ev hesteke pirr xweş bû. Ji ber ku me di wir de şer kir û em bi ser ketin. Me  gel ji bin zilmê rizgar kir. Me ked da û em bi ser ketin. Dema ku me germbûna gel dît, me hemû westandina xwe ji bîr kir. Ger ku me tiştên wiha baş ji bo gel kiribe ev cihê şanaziyê ye.”


‘Em dixwazin tola hevalên xwe hilînin’

Şervana YPJ’ê Hedar Goran jî wiha nirxandinên xwe îfade kirin: “Em weke jinên şervan, me pêşengî ji pêngava Bagera Cizirê re kir. Em dixwazin ku sekna jina azad di nav gelên xwe yê Ereb de ava bikin.”

Hedar Goranê, di dawiyê de got, “Em dixwazin civakeke azad ava bikin û tola jinê hilînin. Ev pêvajoyeke girîng e. Gelê me pirr zehmetiyan dikşîne ji destên çeteyên DAIŞ‘ê. Ji bo ku em gelê xwe ji destên çeteyan rizgar bikin, kedeke me heye. Têkoşîn û hemleyeke wiha ji bo me pirr pîroz û girîng e.”